Xeta Sara, Rojbîn û Leyla Xeta Berxwedanê Ye

45

Bi boneya salvegera 7. Ya komkujiya Parisê ku tê de sê tekoşerên jin hatin hedef girtin, Şervanên YPJ’ê yên ku navê Sara(Sakine Cansız) li xwe kirine axivîn û soza domandina tekoşîna wan dan.

“Xeta Sara, Rojbîn û Leyla Xeta berxwedan û tekoşînê ye”

Şervana YPJ’ê Sara Amed, di destê de her sê jinên şoreşger bi bîr anîn û wiha got: “Ez bi şahadet tekoşînvan mezin Sara û pêşenga tevgera jina Kurd pir bandor bûm, ew bandorbûn bû sedem ku ez biryara tevlîbûna nav refên YPJ’ê bidim. Ev komkujî di şexsê van jinên Şoreşger de, hemû jinên tekoşîn didin hatin armanc kirin. Dewletên ku ev komkujî pêk anîn peyamekî wiha di serî de dan jinên Kurd û hemû jinan. Ger hun li hemberî pergala min serî rakin mafê azadî û tekoşîn bixwazin em ê li we wisa bikin. Hevrê Sara, Bi berxwedana li zindana Amed meşandî navê xwe di dilê her jineke Kurd de çandibû. Em weke şervanên YPJ’ê tekoşîna Hevrê Sara, Fîdan û Leyla ji bo xwe weke ronahiyê dibînin. Ji ber wan hemû jiyana xwe di oxira tekoşîna jinan de feda kir. Jina Berxwedêr Heval Sara bi sekna xwe ya şoreşger temsîla Kurdbûnê û jinên serhildêr dikir. Hişmendiya Dewleta Tirk, roja îro de jî li hemberî tekoşîna ku jina Kurd Li Bakur-Rojhilatê Sûrî dimeşîne nehatiye gurhertin. Çawa ku komploya di sala 2013’an de li parîsê li ser heval Sara, Leyla û Rojbîn pêk hat, heman pîlangerî di sala 2019’ an de li Rojavayê kurdistanê di kesayeta siyasetmendar Hevrîn Xelef, dayîka Eqîde û hevala Amar de jî pêk hat. Lê ev êrişên hovane tu carî li ser tekoşîna me wê bandora xwe neke.  Ji bo wê jî erk û berpirsyariyên pir girîng û bi wate ji me tê xwestin. Heta ji me we re em qet nahêlin dagirkeriya desthilatdaran li ser xaka me were jiyankirin. Em soz didin heta dawî em ê li ber xwe bidin û nehêlin dagirker bi rihetî li ser welatê me jiyan bikin. Herî dawî ez soz didim ku çawa heval Sara, Rojbîn û Leyla bi serbilindî li ber xwe dan û serê xwe ji dijmin re netewandin, ez jî weke şopdara rêya wan li ber xwe bidim û tekoşîn bikim.”

“şopandinan rêya wan wê bibe soza me ya tekoşînê”

Şervana YPJ’ê Sara Zagros, di serî de, di kesayeta Sara, Rojbîn û Leyla de tevahî jinên tekoşînvan yên di doza azadiya jin de şehîd bûne bi bîr anîn û wiha nêrîna xwe anî ziman: “ Şahadeta her sê jinên tekoşînvan Sara, Leyla û Rojbîn, ez bandorbûm. Ev komkujî li ser tevahî jinan bandoreke mezin dan çêkirin. Bi taybet li ser me keç û jinên Kurd hîn zêdetir bandoreke mezin da çêkirin. Dema ku ev komkujî pêk hat ez li Rojvahî Kurdistanê di xebatê jinên ciwan de bûm. Lê ev bûyer li ser hest ûu fikrê min pir bandoreke mezin da çêkirin û min biryar da ez tevlî nav refên YPJ’ê bibim. Min xwest weke keçeke Kurd tekoşîna wan bimeşînim. Hevrê Sara, bi tekoşîna xwe re rêyek nû vekir ji hemû jinên tekoşînîvan re. Hevrê Sara ji bo me jinan mînaka bawerî, heskirin, hêvî û tekoşînê ye. Ez dikarim bêjim heval Sara weke xwedawenda serdema îro em dijîne. Di roja îro de tekoşîna jinan êdî bi rihê Sara’bûyînê tê meşandin. Sekna heval Sara, bandora xwe ne tenê li ser jina Kurd, li ser hemû jinên Cîhanê da çêkirin. Xeta Sara, Rojbîn û Leyla Xeta berxwedan û tekoşînê ye. Em weke şervanên YPJ’ê tekoşîna van jinên şoreşger ji bo xwe dikin bingeha pêşdebirina tekoşîn û mezinkirina berxwedanê. Ez careke din soza xwe li hember tevahî jinên tekoşînvan yên di oxira azadî û mafê jinan de canê xwe feda kirine didin û wan bi bîr tînin.

Navenda Ragihandina YPJ

09.01.2020