Akademiya Şehîd Bêrîvan Dewreyek Şervanê Nû Vekir

75

Yekîneyên parastina jinê YPJ’ê li akademiya şehîd Bêrîvan dewreya şehîd Sorxwîn vekir. Dewre bi merasîma leşkerî hate vekirin û şervanan sond xwarin.

Li Kantona Hesekê, li akademiya şehîd Bêrîvan ya şervanên nû dewreya şehîd Sorxwîn ya ji pêkhateya Ereb û Kurd bi merasîmeke leşkerî  hate vekirin.  Di merasîmê de fermandara YPJ’ê ya herêma Cizîrê, Kurdistan Serê Kaniyê dewre li şervanan û Rêber APO pîroz kir û wiha axivî;  “Vekirina vê dewreyê  ji bo me xwedî girîngiyeke mezin e.  Em weke gel û hêzên parastinê di demeke tekoşînê yê giran de derbas dibin. Di vê dema ku erk û berpirsyariyên mezin ji me têne xwestin de, Tevlîbûna nav refên YPJ’ê bêguman wateyeke xwe ya mezin heye. Di serî de hun di vê perwerdeyê de li ser sekna şehîd Sorxwîn û tevahî şehîdên azadiyê xwe perwerde bikin, hêviyên wan pêk bînin. Weke her jinek tekoşînvan bûyîna layîqî xeta Sara’yan ji bo me sondeke. Hevrê Sara ji bo tekoşîna jinan gelek ked da û tekoşîn meşand. Pêwîste hun jî li gorî vê pêvajoya em jiyan dikin perwerdeya xwe baş bibînin ta ku hun derbasî qadên pratîkê bibin. Hevrê Sorxwîn, bi wêrekî û biryardariyek mezin di Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê Serê Kaniyê cihê xwe girt. Îro jî bi sedan keçên Kurd û erep li ser esasê nasnameya jina azad  di xeta Sara de û nasnameya Sorxwîn dest bı meşa xwe ya nû dikin.”

Piştî merasîm bi dawî bû şervanan soza xwe dan û bi gerandina govendê merasîma bi dawî bû.

Navenda Ragihandina YPJ

12.01.2020