Li Reqa’yê Navenda Şehîd Avesta Xabûr Hate Vekirin

86

 

Her welatek bi nirxên xwe yên manewî ve mora xwe li dîrokê dide. Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî bi hezaran nirx û destkeftiyên şoreşê hatine avakirin. Yek ji van nirxên herî giranbiha jî keç û xortên vî welatîne ku her yek ji wan bi lehengiyeke bêhempa mora xwe li serdemê dane. Yek ji van lehengan jî keça Efrînî, Avesta Xabûre. Îro tevahî jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyê li ser şopa Avesta kar û xebatê xwe dimeşînin, xeta wê ji xwe re kirine bingeh. Li gelek bajarên Bakur-Rojhilatê Sûriyê navendên Yekîneyên Parastina Jinê bi navê Avêsta Xabûr vebûne, yek ji wan navendan, Navenda Saziyên malbatên Şervanan ya li bajarê Reqqa ye.

Şervana YPJ’ê ya ji pêkhateyên Ereb Amargî Şervîn, Bal kişande ser girîngiya vekirina Navenda Şehîd Avesta Xabûr û wiha got; “Weke şervanên YPJ’ê li bajarê Reqqa, me navendek bi navê Şehîd Avesta Xabûr vekir, rêheval Avesta bi fedaîbûna xwe, ji bo me hemû jinan bû mînaka tekoşîn û jiyanê. Ji ber wê me navenda xwe bi navê Avesta Xabûr vekir. Em wek şervanên ji pêkhateya Ereb şehîd Avêsta ji xwe re wek sembola jina azad dibînin”.

Şervana YPJ’ê Amargî qala kar û xebata navenda Şehîd Avesta Xabûr kir û wiha dewam kir; “Kar û xebata me ya li vir tê meşandin ewe ku em serdana malbatên hevalên xwe yên ku derfeta wan a dîtinê nîne bikin. Em diçin û wan dibînin û pirsa wan dikin, ev yek jî di wan de kêfxweşiyeke mezin dide avakirin, bi moral û hezirinekê me pêşwazî dikin ev moralekê di me de jî ava dike. Ji ber ew malbatên me yên ku can û malê xwe fedayî vê şoreşê kirine, erka me ye ku em jî wan ji bîr nekin û her serdana wan bikin”.

Şervana YPJ’ê Amargî di derbarê armanca vekirina navendê de jî wiha got got: “Armanca me ya sereke ji avakirina navenda şehîd Avêsta ewe ku armanca hêzên QSD-YPJ’ê bi rengek hê baştir bi wan bidin naskirin, her wiha em dixwazin çanda parastinê di nava civakê de bidin rûnişkandin. Gele me jî bi vê yekê gelek kêfxweşe ku dema me dibînin dibêjin weke ku em zarokên xwe dibînin”.

Jîn Reqqa