XWIN DA, CAN DA Û EVÎN DA WELAT

124

Du deryayên pêl aram bûn, Du lehiyên ji evînê bûn, du stêrkên ji find bûn çavên wê. Ew çavên wê yê reş û belek asoyên bê sînor bûn. Ew çavên wê yê reş û belek azmanekî çiksaybû, hêvî û ronî bûn. Çavên wê cîhanekî pir reng bû. Ew jî rengek ji rengên Kobanî bû, rengek ji hebûna jinê bû. Ew dengek ji dengvedana ciwanan û rastiya jinê bû.

Xwînda Zaxros yek ji cangoriyên azadiyê ku di berxwedana rûmetê, berxwedana Kobanî de canê xwe fedaî doza mirovahiyê kiribû. Hîn çend meh nebibûn ku ew û xwîşka xwe Sonda tevlî nava refên YPJ bibûn. Êrîşî çeteyên DAÎŞ li ser hebûn,rûmet û jiyanê li Kobaniyê dijwar bibû. Lê ew xende bû bi roxmî hemû êş û azar, xende bû bi roxmî hemû zor û zehmetî. Xwînda zaxros xwîn da, evîn da û can da welat.

Keça çeleng hîna zêde fêrî ezmûnên şer ne bûbû û kete nava şerkî giran, lê ew zû fêrî jiyana şervantiy bibû. Her gavekî wê di jiyana şervantiyê de gavên bi wate bûn, ji ber ku jiyana azad hedef digirt. Wê tu çarî nikanibû bihiziriya ku wê gelê Kurd li kobanî di bin neyrî tarîperstan de jiyan bike. Çi ji destê wê dihat dikir. Li bajarê wê ceng giran bû. Şer şerê rûmetê bû. Ew jî kaça vî bajarî bû berxwedêr û serhildêr bû. Milê xwe da hevalên xwe û bi wan ra destanên berxwedaniyê xîz kirin. Ji her milî li ser wan de agir dibarî. Çavên cîhanê hemû li ser wan bû. Her kes matmayî mabû ev ciwan wê li hember vî dijminî dirinde li berxwebidin, ew ê çawa di nava wî agirî de jiyan bikin. Lê wêneya şervanan ji cîhanê re rûliken û avsanewî belav dibû. Xwînda jî şervanekî rû li kenbû. Xenda li ser lêvên wê tu car nediçilmisî. Ew jî weke hemû hevalên xwe yê berxwedêr bi rûkeniya xwe ya di nava wî şerî giran de dunya matmayî hîşt. Rûkeniya wan serhildanek bû li hemer her kesên ku dixwazin jiyanê li mirvahiyê tarî bikin.

Xwinda di dema şerê giranda pir bi lebat bû. Çi kar dikete pişiya wî dikir. Hîn tiliyên wê yê narîn fêrî rakirina giraniyê nebibû lê wê ceka xwe ji destê xwe danedianî. Çeqas lê dihat, ew û çeka xwe bibûn wêneyek ji ciwaniyê. Ew kuda biçiya diket mêjî û dilê hevalan. Ne gengaz bû ku hevalek ew keça esmer û xwîn şîrîn ji bîr bike. bi narînî tevdigeriya bi narînî meyzeyî hevalên xwe dikir. Li kêleka narîniya xwe jî ewqas bi wêrek bû. Ew li hember dijminekî ku artêşên mezin yên xudî hemû çekên giran li hemberî nikanibûn rawestin şer dikir.

 Xwînda bi saatên dirêj bi tena serê xwe li gel hevalekî xwe yê ku şehîd ketibû dimîne. Dijmin dora wê pêçabû, lê wê hevalê xwe yê şehîd bi cî nehîşt ta ku heval hatin û hevalê şehîd ji wir birin. Xwînda tu car nehizirî ku hevalê xwe yê şehîd bi cih bihêlê. ne ezmûnên wê yê şer zêde hebû, ne çekên giran li gel wê hebû, bi tenê wêrekî û girêdana dozê girêdana hevaltî li gel wê kûr û dijwar bû. Li hemberî Xwînda jî dijminekî ku ji seriya qot dikie, tecawiz dike, ji mirvahiyê tu nesîb negirtiye hebû. Dijminekî ku artêşên mezin bi çek û cebilxan lerizandiye û teslîm wergirtiye hebû. Lê Xwînda keça narîn, şervana nû bi cesaret di nava agirên dijwar de li berxweda. Ew jina bi rûmet tu car ji çeteyên DAÎŞ netirsiya. Ew jî weke hevalên xwe digot: “mirin ji kurde tê bira were, rûmeta me li ser her tiştîraye. Ya jiyanek bi bûmet ya mirin”. Wê wiha jî ji raya giştî re digot: “em îro li dijî çeteyên DAÎŞ şer dikin. Çeteyan wer difikirîn ku em ê binbikivin û radestî wan bibin. Lê ne wisaye em serdikevin. Em ê li berxwebidin, em ê bixwîna xwe û bicanê xwe li berxwebidin. Îro em weke hêzên parastina gel û hêzên parastina jin, parastina hemû gelan dikin ji ber ku çeteyên DAÎŞ ê dijminê hemû gelanin. Pêwîste hemû gelên azadî xwaz werin û pişgiriya me bikin. Em bi kilaşinkofa di destê xwe da şer ê dijiminekî ku xudî hemû derfetên çekên kirin dikin. Dîsan em biserdikivin. Dema ku Çete dibêjin alahû akber ew difikirin ku em ê bitirsin û radestî wan bibin. Berûvajî em hîn hêz dikirin.

Xwînda şopdarê riya heqîqetê bû. Wê qala wê şopdariyê ne dikir, lê tevahî jiyana wê, nêzkatiyên wê yê di  nava jiyanê de, şîroveya vê rastiyê bû. Kêm diaxifî, lê gelek kar dikir. Dara wê yê jiyanê nû çîçek vedikir. Ew jî weke çîçekekê vedibû. Şoreş her dem ew dikşand nava xwe ew jî bi her gavekî xwe ra şoreşek ava dikir.

 Berxwedana Kobanê hîmên şoreşa rojava diprast. Çeteyan dixwastin bi xistina Kobanî hemû rojava bibin bixînin. Her wiha dixastin ji cîhanê re bêjin: “vaye berxwedêrên herî mezin nikanibûn li hember min rawestin. Êdî tu kes xwe neceribîne ev cîhan ê bibe ya min.” Lê belê şervanên YPG û YPJ parastina mirovahiyê kirin. Xwîna xwe dan canê xwe dan ji bo kû mirovahî li ser piyan bimîne. Xwînda Zaxros bi hevalên xwe ra şahidiya rizgarkirina bajarê kobaniyê kir. Gelek kêfxweş bû, cîhan têre kêfxwaşiya wê ne dikir. Dixwast wê rojê li ser azmanê bajarê Kobanî bifire ta ku her derê KobanÎ bibîne. Bi hevalên xwe ra hilkişiya ser kaşê Miştenûr û bi wan çavên xwe yê xweşik li bajarê rizgar kirî tameşekir. Bajar hat rizgar kirin, lê li pêşiya wan gelek gundên Kobanî ma bû. Bi vî awahî hevala xwînda berê xwe da gundên ku dikeve rojhelatê Kobanê.

Şervanên YPJ û YPG gund bi gund ji destê çeteyên DAÎŞ derxistin. Xwînda jî di dema rizgar kirina gundê Solanê bû şitlek ji şitlê Kurdistanê. Bû toximek û di nava axa Kobanî da hat çandin. Bû toximek dakû welat bi rengan bixemile.

Avaşîn Kobanê