Xwe Bi Rêxistin Kirina YPJ’e Bû Serkeftina Kobanê
YPJ’ê di avabûna xwe ya destpêkê, di aliyê şer de ne xwedî danehevên pir xurt bûn. Di pêvajoya 2013’an de beşdarî şerê li hember Cephet-El Nûsra û hin komên din bûbû. Lê ne di wê astê de bû ku tevahî şervan beşdarî nava şer bibin. Lê belê hîn ji destpêka avabûnê de tevlîbûneke xurt ji nava refên YPJ’ê re hebû. Bi taybet ji aliyê gelên herêmê, gelên weke Suryan, Ermenî, Ereb beşdarbûneke pir zêde ji nava YPJ’ê re hat çêkirin. YPJ’ê hîn ji destpêka avabûna xwe de parastina jin û civakê ji bona xwe weke erkekî herî grîng dît. Vê rasatiyê jî hişt ku sempatiyeke mezin li bermaberî YPJ’ê were ava kirin. Di serî de jinên ciwan û tevahî jin ji bona ku YPJ’ê nas bikin bi xwestekekî pir mezin berê xwe didan nava refên YPJ’ê. Beşdarbûna nava YPJ’ê hişt ku em xwe hîn zêdetir bi rêxistin bikin û di pêvajoya şer de jî me hêza xwe hîn zêdetir ji nêz de dît. Bi demê re baweriya me hîn zêdetir bû, bi vê re em ketin nava lêgerînên, di tektikên nû şêwazê şer de hîn zêdetir guhertinan bidin ava kirin. Şer tiştekî qirêje lê riya azadiyê jî di şer de derbas dibe. Ger ku wek jin em azadiya xwe dixwazin pewîst dike ku em beşdarî nava şer jî bibin. Ev bi xwestek kirin zêdetir pêvajoya heyî dihêle ku wek jin em serî li rêbazekî bi vî rengî bidin. Rewşa civakê û rewşa pergala heyî bi rengekî herî şênber rastiya; “ger ti şer nekî tuyê nikaribe azad bibe, tuyê nebê xwedî nasname’’ datanî holê. Di wê demê de em her çiqas xwedî danehevên pir xurt bûn jî lê belê em di wê zanebûnê de bûn ku heger em dixwazin azad bibin pewîste em azad bibin. Bi demê re em ê bibin xwedî danehev, xwedî hêz û em ê xwe mezin bikin.
Di wan deman de êrîşa li ser Şengalê pêşket, beriya êrîşa li ser Şengal êdî DAÎŞ di herêmên me de jî dest bi êrîşan kiribû lê ne êrîşên pir dijwar bûn. Bi taybet di êrîşa li ser Şengalê de me hîn zêdetir rastiya van komanên çete yên di bin navê Îslama radîkal de derketine pêş fam kir. Bi taybet di êrîşa li ser Şengalê de beriya wê jî di êrîşa li ser Musil’ê, di nava civakê de tirs û xofeke mezin hatibû ava kirin. Di nava civakê de esas di tevahî cîhanê de pîskolojiya; bêyî ku şer bike bi ser dixe bi hovîtiya xwe, kuştin û serjêkirina xwe ya însanan û bi talan kirina xwe dihat nas kirin. Herî zêde jî me li Şengalê ev rastî dît. Me dît ku li Şengalê jin çawa tên hedef girtin. Bi sedan jinên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin dîl girtin bi sedan jinan ji bo ku nekevin destê DAÎŞ’ê bi xwe dawî li jiyana xwe anîn. Gelek jin ji bona ku bikaribin jiyan bikin nasnameya Misilmantiyê qebûl kirin. Neçar man ku ji baweriya xwe bi xwe gav paşde biavêjin. Wek YPJ’ê jî me dît ku heger em dixwazin di armancên xwe de bi ser bikevin û em jinan azad bikin ji derveyî riya di têkoşîna xwe de îsrar kirin û xwe bi hêz kirinê ti rê li beramberî me nîn bû. Bi vê re me bi xwe jî pêwîstî dît ku em beşdarî wî şerî bibin. Wek YPJ’ê me soza tolhildana jinên Şengalê da.
Di salên 2014-2015’an de êrîşa li ser bajarê Kobanê jî dest pê kir. Bi giranî hêzên me yên wê demê keçên ciwan û herêmî bûn, bi taybet jî ji Kobanê bûn. Her çiqas danehevên me yên şer nîn bûn, lê xwesteka beşdarbûna şer, moral, xwe rizgar kirin, xwe zane kirin û azadkirinê di şervanên me de di asta herî jor de bû. Ji sê aliyan ve, wê demê êrîşên pir dijwar û hemwext li ser bajarê Kobanê hatin destpê kirin. Milekî êrîşan jî ji sînorên Tirkiyê ve dihatin kirin. Ji xwe em nêzîkatiya dewleta Tirk ya ji bona çeteyan dizanin. Xwestin bi vî awayî Kobanê tevahî bixin bin venêrîna xwe. Ji ber ku bajarên weke Reqa û Musil ruxmê bi hezaran hêzên xwe yên çekdar jî hebûn lê ev bajar ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn dagirkirin. Li kêleka vê êrîşa li ser Şengalê pêş ketibû, hêz û morala ku çetayan ji van deran girtibû dixwestin heman tiştî li ser bajarê Kobanê jî bidin meşandin. Ji xwe DAÎŞ’ê xwe weke hêzeke ku ti kes nikare li hember wan bisekine didît û armanca xwe jî ew bû ku tevahî cîhanê ji xwe re fetih bike. Di pêvajoyeke ku tu kesî nedikarî li hember DAÎŞ’ê bisekine, me ew birayardarî da nîşan ku em li hemberî DAÎŞ’ê bisekinin. Ji ber ku me dizanî ji derveyî têkoşînê, wê riya jiyanê ji me re nebe. Ger ku civakek an gelek bajarê xwe welatê xwe berde û ji dijminê dagirker re terk bike, ti wateya jiyan kirina wê gelî namîne. Ji ber vê jî tenê tiştek dimîne her berdêl dayîna berçav û li gor wê têkoşîn kirin li ber xwe dayîn dimîne. Ev ne tenê wek fermendar tevahî şervan jî di vê biryardariyê de bûn. Ji ber ku doza me di oxira wê de şer dikir mafekî rewa bû. Li gor vê jî pêvajoyeke amadekirinê hatibû destpê kirin. Ji dervede her çiqas alîkarî hatibû kirin jî lê tişta ku esas hişt em bi ser bikevin, hêz, moral û biryardariya şervanan bû. Cîhanê tevahî jî dît, yên ku herî zêde di nava şer de bûn û xwedî rol hêzên me YPJ’ê bûn. Me rastiya ku; seknekî xurt, xwedî îdîa dikare tevahî zor û zehmetiya derbas bike û bi ser bikeve. Tevahî heval bi taybet jî YPJ’ê bi vê biryardariyê beşdarî nava şer bûn. Vê jî hişt ku seknên fedaiyane mîna Arîn Mîrkan û Rêvanan derkevin holê.
Wê Bidome…