Dîmen

AKademiya Şehîd Bêrîvan Dewreyeke din a Şervanê Nû Vekir

 

Her roja diçe tevlêbûna nava refên YPJ zêdetir dibe. Keçên ciwan ên ku ji bajarên cûr be bûr ên Rojavayê Kurdistan û bakur-rojhilatê Sûriyê berê xwe didin nava refên YPJ’ê di akademiya şehîd Bêrîvan a şervanên nû de perwerdeya bîrdozî, leşkerî dibînin û bi vî rengî berê xwe didin eniyên berxwedanê.

Akademiya şehîd Bêrîvan bi vê boneyê dewreyeke din a perwerdê vekir. Dewreya perwerdê bi navê şehîd Lorîn Dirbêsiyê û şehîd Avesta Xabûr bi merasîmeke leşkerî hate vekirin.

Di merasîmê de fermandara YPJ’ê ya herêma Cizîrê Kurdistan Serêkaniyê  dewreya perwerdê li tevahî şervanan pîroz kir û wiha got: “Weke jinên rojava û Bakûr–Rojhilatê Sûriyê mîna jinên  Ereb, Ermen, Kurd û Asûrî, bi nasnameya xwe ya azad dibin sîwana azadiyê de dimeşin. Îro em jin bi hemû pêkhateyên herêma xwe, li hember her awayî êrîş û dagirkeriyê, artêşbûna xwe mezin û xurtir dikin. Em bi nasnameya xwe tekoşîn dikin, bi vîna xwe ya azad şer dikin. Ji bo wê îro pêl bi  pêl jin ji hemû netewan berê xwe didin nava refên azadiyê. Ev sekna me dibe bersiva herî mezin a li hember hêzên desthiladar û dagirker”.

Piştî axaftina fermandara YPJ Kurdistan Serêkaniyê, merasîm bi dirûşmeyên; “Jin Jiyan Azadî û Bê Serok Jiyan nabe” bi dawî bû. Şervanan ji bo tevlêbûneke xurt a ji perwerdê re soz dan û bi hev re dîlana azadiyê gerandin.

 

Gotarên Têkildar

Back to top button