Di Pişt Sînor de Ava Jiyanê Veşartîbû

51

Bîranîna şehîd Zîn Kobanê 

Di nava rojê giştî de ez li benda kêliyeke bêdeng û aram bûm. Ya rast li vir qerebalix û bêdengî bi hevdû re dihate jiyan kirin. Qey demên ku jêre dibêjin şoreş ev in. Bêdengiya di nava bahozê de veşartî, kûrahiya tiştên dihate jiyan kirin vedibêje.

Me bêdengiya windakirina du rêhevalên xwe yên xweşik jiyan dikir. Du ciwan, canên têr û tezeyên din jî bi axê re bibûne yek. Bi rojan bû li Serêkaniyê pevçûnên dijwar dihat jiyan kirin. Êdî li vir şer weke rewşeke asayî dihate dîtin. Kengî û li ku derê wê pevçûn were jiyan kirin ne diyar bû. Em di rewşeke wisa de bûn ku pêwîst bû her dem ji her tiştê re amade bin. Wê rojê jî me dizanibû ku wê hinek tişt bibin, ji ber wê me xwe li gor rewşê amadekiribû. Ruxmê ku hemû hevalan rojeke gelekî tije derbas kiribûn, lê dîsa jî hemû li ser tetikê bûn. Bînayeta ku em tê de bûn pir nêzî sînor bû û li cihekê gelekî bi rîsk bû. Li vê derê bi du hevalên jin re bi giştî em bîst û pênc heval bûn. Di giştî de pozisyona Rojava bi taybetî jî pozisyona Serêkaniyê pir stratejîk bû. Ji ber vê jî em pir bi baldar û hessas nêz dibûn.

Roja piştî wê, sibehê nêzî saet 05.00’an, heval Ayten a ku nobedar bû bang kir; ‘‘Heval zû bikin, çete ber bi deriyê sînor ve tên. Komek heval ketine pevçûnê, pêwîste em ji bo wan weke teqwiye biçin’’. Bi vê bangê re em ji cihê xwe rabûn, me çekê xwe girt û yekser em derketin derve. Me wisa ecele kiribû ku bi ruxmê me dizanibû em nikarin derbas bibin, lê dîsa jî me berê xwe da diwarê bînayetê û me dixwest ku em biçin pêşiya çeteyan bigrin. Lê dema me nikaribû dîwar derbasbikin em ji milek cuda ve çûn.

Dema me xwe gihande cihê pevçûnê hevalekê ciwan di serê xwe de birîndar bibû. Me heval wisa di nava xwînê de dît, me got qey wê şehîd bikeve. Me xwest ku heval ji cihê pevçûnê dûr bixin lê ew heval nehişt û got; ‘‘Heval ez baş im, hûn şer bikin’’… Dema ev gotin digotin wisa bi kelecan bû ku mirov digot qey yê ku birîndar bûye ne ewe yekê dinê ye. Me hevalê birîndar bire cihê ku me bi kîsên axê tije kiribû, ew cih bi ewle bû. Ji xwe em jî di çeperan de di pevçûnê de bûn. Mesafeya di navbera me û tanga ku çeteyan dişixuland, hema bi qasî sed metroyê bû. Ji ber ku mesafe kêm bû tangê nikaribû li me bixe. Çeka herî giran ku me li hemberê tangê dişixuland B7 bû ew jî ne antî tang bû, antî mewzî bû. Ji ber wê jî dema ku roket li tangê diketin zêde bi bandor nedibû. Em bi komeke çeteyan re ketibûn pevçûnê û ji nişkave komeke çeteyên din ku cihê me nizanibû xwe di nava me de dîtin û nizanibûn çi hate serê wan û matmayî man. Hîn firsend nedîtibûn ku berê çeka xwe bidin me, me êrîşê wan kir û çekên wan girtin. Ji nişkave me tangkeke mezintir li hemberê xwe dît. Ew tangeke pêşketî bû. Ya rast pêwîste ez li xwe mikur werim ku wê demê ez hinekî tirsiyam. Ez ne ji şer û şehadetê ditirsiyam, ez ji Serêkaniyê ango ji winda kirina derî ditirsiyam. Ji ber ku qadeke pir girîng bû, ger me ew derî winda bikira wê ji bo me pir ne baş bûya. Çav û guhê cîhanê hemû li wê derê bû. Wisa bû ku bi ruxmê hîna em di pevçûnê de bûn agahiya ku ‘‘YPJ û YPG’ê Serêkaniyê winda kiriye û çeteyan qad girtiye’’ belav bibû. Li gel me hevalek rojnamevan hebû, di navenda pevçûnan de bû û her dem agahî dida hevalan, dida televizyonan, derewbûna vê agahiyê parve dikir û digot ‘Hîna pevçûn didomin’. Bi vî rengî ew rojnemevan agahiyên di derbarê Serêkaniyê de bi me re parve dikir. Tabî hevala rojnamevan a ku li gel me bû ne weke rojnemevanên din bû, dema ku pêwîst kiriba amûrên rojnamevaniyê, dema pêwîst kiriba jî amûrên şer digirte destê xwe. Li hember çekên destê çeteyan de, ku çekên pêşketî bûn di destê me de jî Qilêş û BKC hebûn. Lê çeka me ya herî xurt jî baweriya me bû. Tanga mezin li binayeta me da û ew der pir nêzî derî bû. Hevalan got; ‘‘heval qey wê derî bigrin’’ dema ku ev gotin ji devê hevalan derket heval Ayten, li hember çeteyên serxweş ku tekbîr dianîn strana ‘‘Zapê’’ bi dengekê bilind got û hemû hevalan jî bi wê re gotin. Ji xwe straneke ku çete herî zêde pê tehrîk dibûn jî ev stran bû. Dengê me wisa bilind bibû ku êdî gel jî bi me re stran gotin.

Belkî me nikaribû serê xwe ji ber êrîşên tang û topan bilin bikin, lê me di çeperan de bi qilêşê şerê xwe didomand. Çeteyan ji derveyî tangê, hawan jî dişixulandin û hawaneke zemankirî hat navbera me de ket. Dema hawan ket me hemûyan xwe avête erdê. Avantaja me ew bû ku erd ax bû. Dema hawan teqiya em zêde bandor nebûn. Her ku dem derbas dibû pevçûn jî tund dibûn. Heval Sîpan hevalekê nû bû û nû tevlê YPG’ê bibû. Bi awayekê canbexşane berê qilêşa xwe da çeteyan û ber bi wan ve çû. Me xwest wî bidin sekinandin, lê ew pir bi biryar bû. Ihtîmaleke mezin dixwest biçe nêzî wan ku karibe bombê di nava wan de biteqîne, lê di nav çend hûrjimaran de heval şehîd bû. Dema ku hevalên din dîtin heval Sîpan şehîd bû, bi hêrseke mezin şer domandin. Di wê pevçûnê de ne tenê çete, di heman demê de sekvanên Tirk jî hebûn. Ji xwe hêza ku di Serêkaniyê de li dijî me şer kir artêşa Tirk a dagirker bû. Yê ku şer dikir û çete xwedî dikir Dewleta Tirk bû.

Pevçûna ku heya nîvro dewam kir, bi paşve kişandina çeteyan ve hêdî hêdî kêm bû. Di koma me de hevalekê bi navê Zagros hebû. Ew heval pir germ bû, li dû tangên ku paşve dikşîn de dibeziya û bi B-7’a xwe li tangan dida. Roketê wî li hedefê diketin, lê ji ber ku roket antî mewzî bûn tang bandor nedibûn. Bi giştî bîst û pênc çete miribûn. Bi van windahiyên wan û wê hewldana hevalên me Serêkaniyê ji destê çeteyan derket. Serêkaniyê ji bo me weke Filîstin bû, me nikaribû em berdin. Dema em çûn ser çeteyên mirî me ev dît, yek çeteyên ku miribûn ji Sûrî nebû. Rengê wan sorê eşqerî bû. Ev kesên ku ji mirovtiyê derketibûn, ji bo ku li Rojava wehşetê pêkbînin ji Efganistanê anîbûn. Qet bi bawerî û îmanê re ti eleqeya xwe nebû, kesên ku zikê xwe bi xwînê têr dikirin bûn. Hindek rebenên ku bi bihûştê hatibûn xapandin bûn.

Ew paşve kişiya bûn, lê rewşa me ya paşve kişandinê tune bû. Ji ber me dizanibû ku em paşde biçin çete wê careke din werin û derî bigrin. Ji ber wê jî bi ruxmê hemû kêm derfetî û westandinê me çeperên xwe bernedan. Dema dengê gel, sloganên wan û dengê tilîliyên dayîkan dihate me û dema me şahidiya kelecana wan dikir, me her tişt ji bîr dikir. Rewşa hewayê pir ne xweş bû, germahî û toz di nava hevde bû. Qirka  me ziwa bibû. Piştre hevalek bi şaşalên avê û kîsên nan ve ber bi me de hat. Av weke cemedê bû. Me pirskir ku di vê rewşê de ev ava sar li ku derê aniye. Bi bersiva ku ew heval daye em hemû matmayî man. Ew ava sar ji Bakûrê Kurdistanê anî bû. Di dema pevçûnê de gelê Bakûr hatibû ser sînor, bi slogan û sirûdên şoreşê ve dilê xwe tevlî berxwedana YPJ’ê û YPG’ê kiribûn. Bi taybet piştî ku çete jî paşve dikşên gelê me yê bakûr hemû li ser têlan re nan, av û çi tiştê xwarinê hebe, avêtibûn. Dema min ev bihîst ez wisa kêfxwaş bûm ku min digot qey hemû cîhan bûye ya min. Êdî min ew av venexwariba jî dibû, ji ber ku min dizanibû ku gelê Kurd hemû sînorên fikrî û fizîkî derbas kirine û yekîtiya dil afirandine. Ya herî girîng jî di wê kêliyê de ew gelê me yê hêja, ava ku can dide bi me re parve kiribû. ‘’Ew av, ava ku li ser axa Bakûr ji bo Rojava hatibû şandin û ji bêmiriniya Kurdiniya azad re bêmirinî avakiribû, ava jiyanê bû’’ Ger ku niha bi milyonan li berxwe didin, şer dikin û ya herî girîng jî bi rûmet jiyan dikin, sira vê di wê ava jiyanê ya ku hatibû parve kirin de ye. Dibe ku Serêkaniyê navê xwe ji vê digre. Ew roj ez bûme şahidê vê rastiyê. Di nava wê qerebalixa pevçûnê de, ew ava ku bêdeng û aram ber bi dilê me ve herikî, bêmirinî îsbatkir.

Navenda Ragihandina YPJ