Zarokên Kurdistanî

203

Min çavê xwe, li ser axa ku, tovên jiyana hevpar a dayîka xwedawend lê reşandiye vekir. Ez qêrîna welatek dorpêçkirî yê bi hezarê salan im, bereketa çand û zanistê, navnîşana nirxên mirovahiyê me. janeke bi êş, birîneke li benda dermanê me. Ez li ser axa Mezopotamya, zarokek Kurdistanî bana. Çîroka min bi nasnameya Kurdîniyê ve destpê kir.

Tu yê bixwazî ​​min nas bikî?! …

Ez di nava dîrokeke bi komkujî û tije xwîn de mezin bûm. Li Helepçe û Dêrsimê, li Şengal û geliyê Zîlanê heya Efrîn û Serêkaniyê, ez di temenê xwe yê biçûk de hatim kuştin, bê dayîk û bê bav mam, bê nan û bê av mam. Lê herî zêde jî, bê welat mam. Bi hesreta azadiyê mam.

Lîstokên min jî hebûn û min di kolkanên welatê xwe de dileyîst. Wekî hemû zarokên cîhanê hevalên min û xeyalên min jî hebûn. Lê di welatê min de, jiyan qedexe kirin nefret ediyor. Nehiştin ku bi leyîstokên xwe şa bibim û bi hevalên xwe mezin bibim. Hin caran bi çekan, hin caran bi tang û topan, hin caran jî bi êş û elema xerîbiya welatê xwe hatim kuştin.

Lê min dizanibû ku, di rehên min de xwîna gelek egîd û gulîmoran heye. Dema ku di dergûşê de bûm, dayîka min ji min re çîrokên Kurdistana mina serhildêr û berxwedêr dilorand. Şervanên welatê min dibûn mêvanên xewnên min û ji hestên min ên sêwî re dibûn stara azadiyê. Bi dirêjkirina tasek ava ji destê gulîmorekê, min hêvî nas kir. Bi germahiya egîdên ku ez hêmbêz kirim, min dizanibû ku wê roj were, ezê jî xeyalên xwe yên zarokatiyê bi hevalên xwe re bijîm.

Ew şervan qehremanên xeyalên min bûn. Roj hat wan şervanan li Rojavayê welatê min, şoreş ava kirin. Êdî jiyana min ji hemû deman zêdetir bi ewle bû, lîstokên min xweşiktir, xeyalên min nêzîktir, hevalên min zêdetir bûn.

Te ez naskirim! Te welatê min naskir! …

Ez zarokek Kurdistanî me, li ser axa Mezopotamya, piştî ewqas êşên ku min jiyankir, di welatê min de, bi rojê re hêvî hilat û ew şervanên ku tu dibînî, wê birînên min û birînên hemûman zarokên Kurdistan.

Zenda Dîrok