Ma Hîn tu li kuye bê mirad
Vaye mirad ketine rêka hatinê
Ber bi axîna sozan ve diherke miradê te
Pêl bi pêl dikevin nava çîrokên ku ji salan re hatibûn ji bîrkirin
Dê bibeze,
Bibeze ,Lengan ji gewd bi leztir bike
bila beza te Kes negihêje mîrateya wê
ji tere tenê kêlî man
rih û can bi hevre bide hîskirin
êdî bigihêje miradê xwe
Ne bibe bêbextekî ji miradên nîvçe
Heyif û mixabin,
ji bona miradê ku te mezinî asîmanê xwe kir
Êdî te jêre bibe asîmana miradan
Li ber serê her şehîdekî
Nalîna her dayikekî
Ji çîroka her şervanekî
Di her kolanekî de selogana zarokekî
ji nû ve henaseyekî bikişine hinavan
bila li wir bi dawî nebe
evîna miradan
Hîn tu li kuye …..
Li her derê ayata niştîmanî têne xwendin ji bona te
dengê wê tenê ez û mirad dibiheze
hema tu li kur be, mihavandarê wê be
li cihekî ku bihna evîndariyê lê weldî be
Mehvanekî qasî birîn û êşê wê be
Ji hinavê ,
Ax , welat, evîn , bibe xwediye wê.
Ev miradê ji hemû miradan durtir, zehmetir, xweştir , buhatir û çêtire
Li kur …
Li wî warî bi mirad
li ROJAVA
SOZÊ QAMİŞLO