Soza Hevaltiyê Bi Berxwedanê Jiyan Kirin e

135
 

Îro 1 Mîjdarê roja Kobanê ya  cîhanê ye. Ez vê rojê li tevahî hevrêyên xwe yên şehîd pîroz dikim. Bi rasti jî dema mirov bi wan rojan difikire her dem bi coş û kelecan dibe. Di bajarekî wisa de şerekî li tu derê nehatiye dîtin hate jiyan kirin. Ji ber ku gelê Kurd piştgirî da Kobanê, berxwedan mezin bû û Kobanê azad bû. Erdogan got ‘wê Kobanê bikeve wa ket wa ket’ her diçû moral dida çeteyên xwe her dema ku wî digot wê bikeve kîn û nefreta me zêde dibû bi moral û kelecan me jî got ‘Kobanê nakeve’ me jî di wî şerî de cih girt, berxwedaniya Kobanê bi rastî jî berxwedaniyeke bêhempa bû û şerekî pir dijwar pir qirêj pir wehşî bû. Ango herkesekê çavnebar di vî şerî de got ‘wê Kobanê bikeve destê çeteyan’ lê belê neket berxwedaniya hevalan berxwedaniya gelê Kurd bi taybet gelê Pirsûsê çend mehan li ser sînor man. Di bin wê berfê de, di bin wê baranê de xwe sîper kirin li ser sînor man ev hêzeke pir mezin bû ji bo me. Dema Serokatî jî seferberî îlan kir hevgirtineke mezin di nava gelê Kurd de pêşket. Dîsa rihê hevaltiyê yê ku di azadiyê de bi biryar û bi israr tevgeriya û berxwedana ku YPJ’ê û YPG’ê raber kir Kobanê azad kir.

Di wî şerî de gelek heval hebûn ku dixwest Kobanê bi rengê azad bibînin lê wan hevalan ji bo Kobanê heya dawî şer kirin û şehîd ketin.  Hevalên weke Şehîd Rêvan weke Şehîd Dilbirîn digotin gelo emê Kobanê careke din bibînin ji ber ku me nikaribû em fenerekê pêbixin ji metroyekê biçin metroyeke din, me nikaribû cihê xwe biguherin me ev zehmetî jiyan kirin. Bînayeteke me hebû sê qetbû heft caran çeteya êrîşê me kirin em heft heval bûn pevçûneke pir giran çêbû du heval şehîd bûn, du heval jî birîndar bûn.  Wê derê berxwedaniyeke pir mezin çêbû û çeteyan ew bînayet negirtin bêguman ew berxwedan di şexsê rêhevalên şehîd û bi pêşengiya wan derkete holê. Ji bo ku heman bînayetê bigrin dîsa êrîş kirin û wê xwe di derî de biteqandana lê dîsa jî nekarîn derî bigrin. Me gelek ji çeteyan kuştin, ji me pir tirsiyan wê demê cebilxana me jî pir kêm bû dema em hatin her yek ji me tenê karibû Qilêşekê bigre ji ber cebilxaneya zêde tunebû. Dema pevçûn çêdibûn em kêfxweş dibûn ji ber ku me bi wî awayî dikaribû cebilxane bidest bixin. Jixwe rextê me jî nebûn dema rextê çeteya dikete destê me, me li gorî xwe bi destan biçûk dikir wisa dişixuland. Wekî din cebilxane peyda kirin zehmet bû. Dema pevçûn xilas dibûn em diçûn ser cenazeyan me cebilxaneya wan digirt di êrîş û pevçûnan de dişixuland.

Dewleta Tirk jî ji ber ku ketibû derdê serkeftina gelê Kurd ji her milî de derî girtibûn ji bo teqwîye ji me re neyê çi ji destê wan dihat kirin. Taybetî dema ku dîtin em ber bi serkeftinê ve diçin û çeteyên wan jî wê têk biçin gelek teqemenî çêkirin. Di milê derî de berxwedaniyeke bêhempa hate raber kirin. Li hember berxwedaniyê çeteyan erebe diteqandin û obîs û hawan davêtin. Dîsa dewleta Tirk jî di milê derî de car caran êrîş dikir.

Berxwedaniya ku hişt Kobanê rizgar bibe bi pêşengiya rêheval Arîn Mîrkan, hevala Rêvan, heval Sitêrk Hekarî bû. Berxwedan û pêşengiya van hevalan moralê me bilind kir. Me hêza baweriya xwe ji van hevalan girt. Bawerî û morala me bilind bû, berxwedana me jî mezintir bû.Çete ji hevalên jin ditirsiyan digotin ‘cihê YPJ lê heye divê em rastî wan neyên emê bidestê wan bimirin heram e’ dîsa me dizanibû ku çete ji tililiyê hevalan gelekî ditirsiyan. Bêguman me jî ev rihê berxwedanê ji Arîn û Rêvanan digirt.

Dema Kobanê rizgar bû heval gelekî kêfxweş bûn hevdû hembêz dikirin. Agir pêdixistin, jixwe piştre me Miştenûr jî girt wê demê me di saet 2’yê şeve de ala xwe çikand li ser Miştenûr. Dema me zanibû ku Kobanêya berxwedêr azad bûye ji bo şehîdên Kobanê me dîlan gerand, stranên azadiyê di kolanê de deng veda û me bi dengekê bilind  tîlîlî kişand li ser axa azad. Me wê demê dizanibû ku me hevaltiya xwe ya li hember şehîdên ku ji vê berxwedaniyê re pêşengî kirin pêk aniye. Ji ber wê jî bi heman bîr û baweriyê ez dibêjim emê ji bo soza me daye Serokatî û şehîdên xwe emê her tim bi rihê Kobanêya

berxwedêr jiyan

bikin û tevahî axa

Bakûr û Rojhilatê

Sûrî biparêzin.

 

Hêlîn Bêrîtan