Akademiya Şehîd Sozdar Dewreya Şehîd Dilvîn Qamişlo ya Sekvaniyê Bi Dawî Bû

221

Akademiya Şehîd Sozdar, dewreya sekvanî a ku berî 3 mehan hatibû  dest pê kirin bi merasîmeke leşkerî û bi soz dayîna şervanan re hat bi dawî kirin.

Fermandara YPJ’ê Evîndar Efrîn beşdarî merasîma bi dawî kirina dewrê bû û wiha got : “Em dewreya Şehîd Dilvîn li Serok APO, tevahî malbatên şehîdan, gelê me û hemû hevalan pîroz dikin. Di pêvajoyekî wiha de dîtina perwerdeyekî wisa gelek giringe. Ji ber hêzên dagirker bi her awayî êrîşî li ser gele me dikin. Em ji parastina gelê xwe berpirsiyarin. ”

Şervana YPJ’ê  Stêrk Cûdî ya ku dewreya perwerdê bi dawî kir wiha axîfî:“Ji bo parastina ax û welatê xwe ez dikarim bejim, weke jin dîtîna perwerdeyekî wiha di asta profesyoneltiyê de pir bi wateye. Ji ber ku em di dêmên wisa re derbas dibin ku, di her warî de li ser gel me êrîş hene. Ji bona vê yekê weke şervanên gel jî, em ji parastina destkeftiyên gelê xwe berpirsiyarin.”

Şervana YPJ’ê Hesret Amudê jî di derbarê perwerdeya ku dîtinê de wiha got: “ Ji ber ku min di perwerdeyekî wiha  de cihê xwe girtiye ez pir keyfxweşim. Ez ji xwe bawerim ku bi vê perwerde ez hîn zedetir karibim baştir tevlî pêvajoyê bibim.”

Girtina dewreyê bi govend gerandina  Şervanan bi bawî bû.

Navenda Ragihandina YPJ