YPJ’ê 8’ê Adarê bi merasîmeke bi heybet pîroz kir

145

Şervanên YPJ’ê li Hesekê bi merasîmeke bi heybet 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.

8’ê Adarê ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên girseyî tê pîrozkirin, ji aiyê bi sedan şervanên YPJ’ê ve li Hesekê hate pîrozkirin. Ji Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed jî tevlî merasîmê bû.

Newroz Ehmed li merasîmê axivî û 8’ê Adarê di serî de li dayikan, li jinan hemûyan pîroz kir. Newroz Ehmed got, “Di encama ked û têkoşîna jinan em îro weke roja jinan a cîhanê pîroz dikin.”

‘8’Ê ADARÊ DESTKETIYEKE TÊKOŞÎNA JINAN E’

Newroz Ehmed anî ziman ku 8’ê Adarê di şexsê jinan de bû semboleke nirxên mirovahiyê û got, “Ev yek destketiyeke mrovahiyê ye. Lê belê hîn jî êrişên zîhniyeta serdest a mêr dewam dikin. Divê ev rastî neyê jibîrkirin; bêguman hin mafên jinan hatine naskirin, lê belê ev destketî jî bi dayina berdêlên mezin bi dest ketin. 8’ê Adarê ne rojeke ku desthilatdariya bi serweriya mêr weke qenciyekê dane me.”

‘EGER JIYANEK HEBE DIVÊ AZAD BE’

Newroz Ehmed diyar kir ku sîstema kapîtalîst bi rê û rêbazên herî zirav hewl dide têkoşîna jinan tune bike û wiha dewam kir, “Dewleta Tirk a faşîst li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi rê û rêbazê destavêtin û revandinê êrişî jinan kir. Em ê van êrişan ti carî ji bîr nekin. Ev yek jî vê nîşan dide ku heta zîhniyeta bi serweriya mêr hebe, jiyaneke azad nepêkane. Lewma em ê jî xwe li ser bingeha dilsoziya bi hevrêyên xwe yên di oxira bidawîkirina vê zîhniyetê de canê xwe feda kirin, xwe perwerde û bi rêxistin bikin û divê em şoreşê biparêzin, mezin bikin. Em jin ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne. Eger jiyanek hebe ew jî divê azad be. Ev azadî jî wê bi beşdariya her beşên civakê pêk were.”

Newroz Ehmed bal kişand ser bandora YPJ’ê ya li tevahiya cîhanê û got, “Em YPJ, xeta jiyana azad dipejirînin. Di şexsê hevrê Lêgerîn de beşdariya jinên cîhanê li vê xeta me ya jiyana azad, careke din nîşan dide ku avakirina civakê bi nirxên jinê çiqasî girîng e.”

Newroz Ehmed herî dawî got, “Têkoşîna ku YPJ li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne, wê bibe ronahî ji tevahiya jinên li cîhanê re.”

Pîrozbahî piştî axaftinê bi şano, koro û govenda şervanan bi dawî bû.

Navenda Ragihandina YPJ