Şoreşa Jin a Rojava ji bo hemû rihên ku dixwazin azad bibin re bû stargeheke pîroz. Ev axa qedîm şahidiya gelek gûlîmoran kir. Sînorên ku bi destê hêzên desthildar hatibûn xêz kirin bi şoreşa Rojava re wateya xwe winda kir û gelan li hemberî feraseta qirker bi rihê berxwedaniya jinên qehreman ve nû da yekîtiya gelan zîndî kir.
Hevrêya me Tuğba Karakoç bi nasnav Cûdî Egîd di sala 1995’an de li bajarê Amedê, di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li jiyanê vedike. Ameda berxwedêr di her dema dîrokê de di paxila xwe de lehengî hewand. Axa ku mirov li ser dayik dibe di têşe girtina kesayetê mirovan de roleke diyarker dileyze. Ji bo wê jî mirovên ku li ser wê axê dijîn weke Sûrên Amedê yên bi heybet hertim li hemberî zaliman berxwe didin û serî natewînîn. Ev kevneşopiya berxwedanê di vebijêrkên jiyana hevrê Cûdî de rêka hilbijartina jiyana şoreşgerî vedike. Di nava malbata hevrê Cûdî de tevlîbûnên ku ji bo tevgera azadiyê çêdibin jî dihêle ku hevrê Cûdî di lêgera xwe ye jiyana azad de biryarên şênber bide. Bi taybet jî tevlîbûna du birayên hevrê Cûdî bandoreke mezin lê dike. Di nava çandeke wiha a ku heta dawî xwedî nirxên azadiya welat derdikevin de lêgera azadiyê a hevrê Cûdî jî bi tevlîbûna nava refên azadiyê ve digihîje wateya xwe ye rasteqîn. Hevala me Cûdî li hemberî feraseta qirker a dewleta Tirk serî hildide û bi rihê berxwedaniya bajarê Amedê di sala 2013’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistan ê. Hevrê ye me Cûdî di meşa xwe ye li çiyayên Kurdistanê de dibe xwedî ezmûnên mezin û di nava dilê xwe de di her kevir, lat û ava ku diherike de xeyala Kurdistaneke azad û serbixwe mezin dike. Bi vê hêviya mezin jî hem di warê leşkerî de hem jî di warê birdozî de xwe pêş dixîne.
Hevrê Cûdî piştî tekoşîna xwe ya li çiyayên azad, ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê vê carê berê xwe dide Rojavayê Kurdistan ê. Li hemberî hovitiya sedsalê tekoşîneke bê eman da meşandin û di nava refên YPJ’ê de weke mîlîtaneke jin bi erkên xwe yên demê rabû. Di nava hevrêyên xwe de bi sekna xwe ye fedakar, dilnizm û bi kelecan cihekî xwe ye taybet çêkir. Li hemberî dagirkerî û desthiladariyê hem şerê çekdarî da meşandin hem jî bû zimanê vegotina lehengiyên ku li ser vê axê têne jiyîn ê. Bi vê sekna xwe ye piralî ve di nava refên şoreşê de her roj bi coş û kelecana roja yekem tevlî bû û di gelek qadên cûda yên şoreşê de cihê xwe girt. Ji bo avakirina civakeke azad, demokratîk û azadîxwaziya jinê bi rihekî fedayî di hemû şert û mercên zehmet de barê şoreşê da sermilên xwe.
Hevrê ye me Cûdî Egîd di 11’ê meha Gulanê de di encama lêdana balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker de gêhîşt asta şahadet ê. Dewleta Tirk a dagirker êrîşên bi vî rengî yên namerdane, bi armanca tasfiye kirina pêşengên şoreşa jin a Rojava pêktîne. Asta biryardariya şoreşa me, hem weke hêza parastinê hem jî weke gel di şênberiya pêşengtiya jin de xwe dide nişandan. Ev yek di dilê neyarên weke Erdoxan de xofeke mezin dide avakirin. Erdoxan û dewleta tirk a ku xwedî dîrokeke qirkere, bi êrîşên xwe yên vî rengî re hewldide psîkolojiya xwe ye têk çûyî rehet bike. Lê xwedî derketina mîrateya şehîdên doza azadiyê sonda me ye. Tekoşîna bê navber a ku didome bi xwe re gelek keç û xortên leheng welidand. Hevala me Cûdî jî yek jî ji wan lehengan bû ku heta hênaseya xwe dawî ji bo têk birina feraseta qirker têkoşiya.
Em sozdarê şehîdên xwe ne. Sozdariya me ye ji bo şehîdên azadiya gelan wê bi mîsoger kirina pêşerojeke azad ve bigihijê wateya xwe ye rasteqîn. Em di serî de ji bo malbata welatparêz a Karakoç û hemû gelê xwe ye ku xwedî kerameta xwe ye azadiyê derdikevin, sersaxiyê dixwazin. Wê soza me bibe tolhildan me.
Nasnameya Hevrê ya me ye şehîd wiha ye:
Nasnav: Cûdî Egîd
Nav û Paşnav: Tuğba Karakoç
Navê dayîk: Mûzeyyen
Navê bav: Mehmet Sadiq
Cihê ji Dayîkbûnê: 1995/Amed
Cih û Dîroka şehadete: 11.05.2023/Çelebiyê
Fermandariya Giştî a YPJ’ê
14.05.2023