Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, Komxebata Jin û Parastin a Rojhilata Navîn bi dirûşmeya ‘Jina Rêxistinkirî Jina Bi Hêz e, Jina Bi Hêz Çeka Herî Mezin a Parastinê ye’ bi beşdariya 500 delegeyan li Navenda Çand û Hunera Tebqa hate lidarxistin.
Di Komxebata Jin û Parastin ya Rojhilata Navîn de, rewşa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, krîzên ku li herêmê ji ber şer û tundiyê têne jiyîn, pirsgirêka ewlehiyê, parastina civakê û bi taybet jî pêwîstiya jinan ya lezgîn bi parastinê pir-alî hate bidestgirtin.
Di komxebatê de şervan û fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), Hêzên Beth Nehrên ên Suryanî, Hêzên Parêzvanên Xabûr ên Aşûrî û HPC-Jin, Asayîş, herwiha nûnerên Partiya Pêşeroj a Suriyê, PYD, TEV-DEM, Kongra Star, Rêxistina Zenûbiya û Rêveberiya Xweser amade bûn.
Komxebat bi deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşa azadiyê hate destpêkirin. Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik axaftina vekirina Komxebatê kir. Sozdar Dêrik di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna dîrokî ya jinan bi taybet di şexsê xwîşkên Mîrabel de jinên ku ji bo azadiyê berdêl dane bi bîr anî. Sozdar Dêrik got: “Xebat, kar û xwe rêxistinkirina me, xwe perwerde kirina me, xwe bi hêzkirina me wê hertim li pêş be.” Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik di dewama axafina xwe de rastiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û bandora wê li ser herêma Rojhilata Navîn nirxand û pêwîstiya lezgîn ya xwe rêxistinkirin û parastinê ji bo jinan û civakê anî ziman.
Di berdewamiya komxebatê de perspektîfên Rêber Apo hate xwendin. Piştre rûniştina yekemîn panela komxebatê bi moderatoriya Ruken Cemal ve hate destpêkirin. Di rûnitşinê de Fermandara YPJ’ê Sozdar Dêrik, Fermandara Hêzên Beth Nehrên Umîra Yusuf, Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Emîra Mihemed, Endama Koordînasyona HPC-Jin Zeyneb Efrîn, Fermandara YPJ’ê Nesrîn Ebdullah axivîn. Panelîstên komxebatê bi berfirehî rewşa jinan a li Rojhilata Navîn û rêyên çareseriyê nîqaş kirin.
Di duyemîn panela komxebatê de Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Lîlwa Ebdullah, Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Dêrik Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur-Rojhilatê Suriyê Hilal Mihemed û bi ser navê Hêzên Parêzvanên Xabûr ên Aşûrî jî Hîbna Xabûr, Berpirsa Pêwendiyên YPJ’ê Viyan Adar, beşdar bû. Di panela duyemîn de giranî ji nîqaşên li ser rêyên çareseriyê û çawaniya têkoşîna jinan hate bidestgirtin û nêrîna hevbeş ya beşdarên panelê ew bû ku pêwîste jin yekîtî û rêxistinbûna xwe ya li ser bingehê parastinê herêmî û gerdûnî bikin.
Di nirxandina panelê de îşaret bi êrîşên dewleta faşîst ya Tirk yên bêperwa û derveyî exlaq hate kirin û hate pêşniyarkirin ku divê “Erdoxan ji ber kiryarên xwe yên dagirkerî, îlhaq û komkujiya gelan û jinan di Dadgeha Ceza ya Navnetewî û herwiha li dadgehên navnetewî de ji ber tewana binpêkirina mafê mirovan were darizandin û cezakirin.”
Di komxebatê de peyamên rêxistin û tevgerên jinan bi nivîskî û dîtbarî hate pêşkêşkirin.
Bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-STAR Şafak Aryen bi peyama dîtbarî tevlî komxebatê bû û piştî silavkirina delegeyên komxebatê got: “Em di wê baweriyê de ne, ku ev komxebat di misogerkirina pêşeroja azad ya jinan de bibe wesîle. Rola Rêber Apo di gerdûnîkirina têkoşîna azadiya jinê de pir diyar e. Me silavên Rêbertî piştî tecrîdeke demdirêj girt. Ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Armanca têkoşîna azadiya jinê jî pêşxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em bi wesîleya vê komxebatê Rêber Apo bi dil û can silav dikin. Silavê Rêber Apo ji bo me dê bibe sedema pêşxistina têkoşîna azadiyê.”
Şafak Aryen şehîdên têkoşîna azadiyê ji Şehîd Sara (Sakîne Cansiz) heya fedayîyên çalakiya TUSAŞ’ê Asya Elî û Rojger Hêlîn, herwiha şehîd Hêlîn Murad, Nalîn Muş û Leyla Agirî ku di yekemîn komxebata jin û parastinê de beşdar bibûn, bi bîr anî û di dewama nirxandina xwe de got: “Ji ber rewşa şer, bi fîlî em nekaribin tevlî 2.komxebata jin û parastinê bibin jî, em encama ku ji komxebatê derkeve ji bo xwe wek perspektîfa demê bidest digirin.”
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-STAR Şafak Aryen bi berfirehî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn nirxand û diyar ku “Di vî şerî de jin terefek e. Pirsgirêka azadiya jinê berçav bûye. Ev derfeteke ji bo çareseriyê. Tevgera Azadiya Jinê jî pêşengtiya vê çareseriyê dike. Di nav Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de terz û pozîsyon girtina me jinan pir girîng e. Divê em derfetan birnixin. Wek tevgera jinan bi taybet jî wek rêxistinên jin ên parastinê di nav Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ger em bikaribin bi perspektîfeke hevbeş têkoşînê bidin meşandin, feraseta parastinê vegerînin rêxistinbûna jinan û civakê, wiha bi girseyî dikarin li dijî hêzên serdest bisekinin. Em dikarin netewa demokratîk û qadên azad ji bo jinan û mirovahiyê ava bikin. Ji bo vê jî aktîf rêxistinbûn lazim e. Xeta sêyemîn bi rêbertiya Rêber Apo bi navenda azadiya jinan û azadiya gelan pêş dikeve.”
Peyama Koordînasyona PJAK’ê bi nivîskî hate xwendin. PAJK di peyama xwe de bal kişand ser pêwîstiya lidarxistina komxebata jin û parastinê. Herwiha di peyama Koordînasyona PAJK’ê de alozî û şerên li herêma Rojhilata Navîn û rewşa jinan di nav şer de hate bidestgirtin û da zanîn ku jin divê bi rola xwe ya pêşeng li dijî her cure dagirkerî, tundî û êrîşan bi feraseta parastinê xwe araste bike û encex wiha dikare ber bi azadiya civakî ve gav biavêje.
Herwiha peyama Mekteba Sekreterya Yekîtiya Jinên Kurdistanê (YNK) bi nivîskî hate xwendin. Di peyamê de hate gotin ku “Em piştgiriya xwe ji bo duyemîn Komxebata Jin û Parastin a Rojhilata Navîn pêşkêş dikin û serketinê dixwazin. Em wek Yekîtiya Jinên Başûrê Kurdistanê baweriya me bi hêza rêxistinkirî, niştîmanî, leşkerî û siyasî heye. Divê bi armanca parastina welat û serweriya Kurdistanê li dijî dagirkerî û zordariyê bi her awayî em şer bikin. Bi hêviya yekbûna hêza jinan bi armanca serxwebûna Kurdistanê û bidestxistina mafê jinan li Kurdistanê û tevahî Rojhilata Navîn, her şad û serkeftî bin.”
Endama Konseya KBDH (Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan) Hêvî Sarya jî bi dîtbarî peyamek pêşkêşê komxebatê kir. Di peyama xwe de li ser pêwîstiya têkoşînê sekinî û da zanîn: “Em dizanin ev komxebata ku bi pêşengtiya YPJ tê lidarxistin, pir girîng e. Ji bo em şoreşa jinê bigihînin zaferê, ji bo em şerê zayendî bigihînin zaferê, parastin pir girîng e.”
Profesora Belûçî Neala Quaurî Baloch jî di peyama xwe ya bi dîmen de diyar kir ku “YPJ fêrî hemû jinan kir ku xweparastin tişta herî esas e. Em wek jinên Belûçistanê şehîdên Kurd yên leheng bi bîr tînin, ji ber wan ji bo azadiya me jî xwe feda kirin.”
Rojnamevan û edîtora rojnameya Îhram Misriye Esma Husnî jî komxebat silav kir û diyar kir ku “Yekîneyên Parastina Jinê ji bo jiyanê pir girîng e. Ji ber ku ya jinê diparêze jin bixwe ye. Îro jin bi vê hêza mezin re bihêztir bûne.”
Koordînatora Yekîtiya Efrîqa ya pêşxistina mafê kêm-endaman û sekretera giştî ya weqfa malbatên kêm-endaman Sediye Îsa Îsmaîl jî silavên xwe pêşkêşî beşdarên komxebatê kir û got: “Di van şeran de jin rastê tundiyên curbecur hatine. Ji hêla derûnî ve zirarên mezin dibînin. Li beramberî vê pêwîstî bi xurtkirina têkoşînê heye.”
Endama Yekîtiya Netewî ya Jinên Cumhuriyeta Demokratîk ya Erebên Sehrawî (rojava) Mîna Balî jî di peyama xwe ya bi dîmen de kêfxweşiya xwe parve kir ji ber di komxebatê de beşdar bûye û got: “Dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî ji bo tevahiya jinan bingeheke xurt e. Ev dirûşme dihêle ku jin xeyalên xwe pêk bînin. Hişt ku jin cihê xwe yê rasteqîn nas bike.”
Bi navê fermandariya YJŞ’ê Hêza Şengalî jî bi dîmen tevlî komxebatê bû û got: “Lidarxistina komxebatê di demeke wiha de pir girîng e. Em vê komxebatê pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku perspektîfeke xurt ji vê komxebatê ji bo têkoşîna jinan derkeve.”
Ji fermandariya Hêzên Parastina Jinê (HPJ) Diyala Rojhilat şehîdên şoreşê bi bîr anî û komxebat li Rêber Apo pîroz kir. Diyala Rojhilat got: “Şoreşa ku li Rojhilatê Kurdistanê destpêkir û li hemû Îranê belav bû, îlhama xwe ji şoreşa Rojava digire. Hemû xebatên jinan ên di dîrokê de hev bandor dikin. Şoreşa Rojhilat jî beşek ji vê ye. Divê em van destkeftiyên xwe bi rêxistinbûna jinên Kurd, Fars, Ereb, Belûç, Efxan û Azerî biparêzin. Parastin rêxistinbûnê, rêxistinbûn jî parastinê tîne û kes nikare vê hêzê tune bike.”
Di Komxebatê de ji bo jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji ber têkoşîna wan a ji bo maf û azadiya jinê di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de, diyarî hate dayîn.
Di berdewama komxebatê de sînevîzyona jin û parastinê ku li ser artêşbûn û têkoşîna parastina jinan hatibû hazirkirin, hate temaşekirin.
Ji hêla Endama Konseya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif axaftina girtina komxebatê hate kirin. Foza Yûsif bal kişand ser qedexe û zextên li ser jinan û diyar kir ku “Walîtiya Amedê bi destûra Erdoxan, dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qedexe kiriye, li beramberî vê jin bêdeng namînin, serî natewînin, wek jin emê yek dest û yekgirtî bin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
Foza Yûsif xitabê pergala zilamsalar wiha axivî: “Em careke din bêjin, li hemberî ew destûrên te yên zordar, emê pergala jinan ava bikin. Emê peymana jinan çêbikin. Li hemberî qanûnên te yên ku me dike qefesê, emê qanûnên jinan rêxistin bikin. Li hemberî artêşên te yên zordariyê, emê artêşa jinan çêbikin. Li hemberî pergala te ya bê exlaq, emê pergala exlaqa azadiyê biafirînin. Li hemberî zanista ku dijmintiya însan dike, bindest dike, emê bi jîneolojiyê mêjî û ruhê xwe rizgar bikin û ava bikin.”
Foza Yûsif lidarxistina Komxebatê li hemû jinan pîroz kir û ji jinên têkoşer re serketin xwest.
Di berdewamiya komxebatê de ji hêla Kevana Zêrîn û TEV-ÇAND’ê ve bi tiyatro û stranên xwe rengeke taybet dane Komxebatê. Herwiha hunermend Mizgîn Tahir bi stranên xwe yên xweş, coşa komxebatê bilind kir.
Di dawiya komxebatê de deklerasyona Duyemîn Komxebata Jin û Parastin a Rojhilata Navîn hate pêşkêşkirin. Di deklerasyonê de bi nirxandina rewşa şer ya li herêmê, pêşniyar û biryarên girîng jî li jêr sernivîsa ‘Perspektîfên Stratejîk’ hatin diyarkirin. Pêşniyar û biryarên wek: “Rêxistinkirina Konseya Ewlekarî û Parastinê ya jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xurtkirina polîtîkayên yekgirtî yên netewî û herêmî ji bo parastina jinan”, ji van çend pêşniyar û biryarên girîng bûn.
Bi dûruşmeya ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ 2. Komxebata Jin û Parastin a Rojhilata Navîn bi serkeftî encam bû.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
27.11.2024