Akademiya Şehîd Bêrîvan Dewreya Şehîd Zeynep Serêkaniyê Bi Dawî Bu

80

Dewreya Şehîd Zeynep Serêkaniyê a ku beriya 45 rojan destpê perwerdê kiri bû, bi merasîmeke leşkerî û bi soz dayîna şervanan re bi dawî bu.

Fermandara YPJ’ê Evîndar Efrîn beşdarî merasîma leşkerî bû, bi dawî buyîna dewreya perwerdê pîroz kir û wiha got: “We 45 rojan perwerde dît ev perwerde hem di aliyê siyasî, hem jî di aliyê îdeolojîk û leşkerî da bu. Perwerdeya  ku tên dîtin de naskirina polîtîkayên dagirkeran de asteke wê ya birdozî çêbû. Îro herkes dibîne, êrîşeke topyekûn li ser Rojavayê Kurdistanê û  li ser tevahiya gelê Kurd heye. Ji bo wê jî em wekî jinên Kurd,Ereb bi navê  YPJ’ê li hemberî van êrîşan disekinin, pêwîste em bê rawestîn bêwestandin tekoşîna xwe bilind bikin.”

‘BILA TU JINEK BÊ RÊXISTIN NEMÎNE’

Em wekî yekîneyên parastina jin YPJ’ê amadene ku hemu jinan biparêzin,bi taybet êrîşên ku li ser Rojavayê Kurdistanê tên meşandin li gorî wê xwe perwerde kirin, bi amadekariyeke berfireh  li hemberî wê sekinandin erka me ye.  Em bang li hemu jinan dikin; her jineke ku dilê wê ji bo azadiyê lêdide bila were tevlî nava refên YPJ’ê bibe. Ji ber ya ku azadiyê misoger bike hêza Jine ye yanî YPJ ye. Pêwîste tu jinek li hemberî hêzên desthildar yên ku bi tu awayî mafê mirovan û jinan nas nakin bê rêxistin nemine.

Em dîsa bang dikin ku her jinekî ku dixwaze jiyaneke azad jiyan bike bila berê xwe bide nava refên YPJ’ê û xwe bi rêxistin bike. Li kûderê dibe bila bibe pêwîste her jinek bibe pêşenga têk birina faşîzimê.

Piştî Fermandara YPJ’ê Evîndar Efrîn axaftina xwe bi dawî kir, merasim bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’  bi dawî bû.