LEZGÎN:
Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên DAÎŞ û El Nûsra yê di seetên êvarê de êrîşî gûndê Babil Xêr a girêdayî navçeya Zirgan ya bi ser Serêkaniyê ve kirin. Bi silahên giran û heman demî bi koordineya keşfê bi obis,tanq û hawanan êrîşî gûnd kirin. Şervanên QSD û YPJ’ê jî bi tundî bersiva van êrîşan dan. Di encamê de yên ku bi çav hatin dîtin, 22 çete hatine kuştin û 5 seyyarêyên wan di bin denetima şervanan de ye. Panzerek wan jî hatiyê derb kirin.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
Serê Kaniyê-27.10.2019