Nûçe
Balafirên Şer Li Taxên Serêkaniyê Dixin

Lezgîn:
Di van kêliyan de li Serêkaniyê balafirên şer li taxên bajêr dixin û balafira keşfê bê navber digere. Her wiha şer û pevçûnên giran li cepha Rojhilat û Rojava hene. Li hacizê di navbera Serêkaniyê û Tiltemir de şer girane. Leşker û çeteyên dewleta Tirk yê dagirker hewldidin vê rêyê bigrin ta ku tekilî bi bajêr re were qutkirin. Dîsa şer û pevçûnên giran li Sawama Eliya hene.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
15.10.2019-Serêkaniyê