Nûçe

‘Bê Azadî Jiyan Li Me Herame’

‘Bê Azadî Jiyan Li Me Herame’

Şervanên YPJ’ê,  9’emîn salvegera damezirandina YPJ’ê li bajarokê Şedadê bi merasîmeke leşkerî pîroz kirin.

Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Sozdar Dêrîk 9’emîn salvegera damezirandina YPJ’ê li Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocelan, şehîdên Şorêşe, malbatên Şehîdan û tevahî jinên tekoşêr yên ku li deştan,bajaran û çiyayên Kurdistanê ji bo parastina vê axê tekoşîn dikin,pîroz kir. Dêrîk di berdewamiya axaftina xwe de balkişand çavkaniya ku YPJ’ê  ji xwe re esas girt û axaftinên xwe wiha domand: “ Wê azadiya me şopandina rêka şehîdan re mîsoger bibe. Her wiha roja 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo’yê, zayina Rêber Apo zayina me tevahiya ne. Zayina ku çêbûye ne ya şexseki ye. Ji ber, yê ku hîşt çavên me azadiyê bibîne û em bikevin ferqa jin bûyina xwe Rêberê Gelê Kurd e. Ji bo vê yekê jî em vê rojê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin.”

ME ERKA PARASTINA CIVAKÊ DAYE SER MILÊN XWE

Bûyerên ku li ser axa Bakûr-Rojhilatê,Rojavayê Kurdistanê û tevahî cîhanê tê jiyan kirin, weke jin ji me re  gelek sedemên tekoşînê ava kir û me jî li ser vê esase tekoşîna xwe da meşandin. Ji ber ku êrîşên pir dijwar û hovane li ser xaka me hate pêkanîn û her wiha weke jin jî  gelek sedemên me yên ku yên weke parastina xwe kirin û ji bo azadiya xwe şer kirinê hebû ku  me destpê tekoşîneke wiha kir. Emê van sedemên heyî ji bo azadiyê baş binirxînin û me ji bo vê yekê jî xwe weke yekîneyên parastinê  damezirand. Me parastina tevahî jinan  ji xwe re weke erkekî dîtiye. Ne tenê jin ji ber ku em temsîla  civakê jî dikin wekî jin emê ji bo tevahiya civakan jî tekoşîn bikin, emê di felsefa civaka azad  de israr bikin û emê xebatên netewa demokratîk berfirehtir bikin. Her jina ku rastî zilmê tê pêwîstiya xwe bi rêxistinê kirinê heye heta yek jinek jî bi zilm û zordariyê re rû bi rû bimîne  emê li hemberî vê nesekinin û tekoşîna xwe bilind bikin.

ME ÎLHAMA XWE JI JINÊN TEKOŞER GIRT

Me îlhama xwe ji jinên tekoşer yên ku bi sedsalane rastî zilm û zordariye hatine û serî netewandine, girtiye. Me li tevahiya jinên cîhanê bi taybet jî ji jinên gerîlla yên li çiyayê Kurdistanê tekoşîn dikin,  îlhama xwe girtiye. Em ji tevahî jinên re dibejin; emê vê tekoşînê bilindtir bikin û emê bê rawestîn jî di vê  tekoşîna de bi  israr bin. Ji ber ku hîn jî  pêwîstiya azad jiyan kirinê, mezin kirin û xûrt kirina tekoşîna jinan heye. Ji bo me cihê şanaziyê ye ku em îro ewqas jin bi hev du li hemberî dijminên mirovahiyê şer dikin û tekoşîna xwe  berfirehtir  dikin. Em vê cardin rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û salvegera damezirandine YPJ’ê li tevahî cîhanê pîroz dikin û em dibêjin bê azadî jiyan li heram e.

Şervanên YPJ ‘ê bi dûrîşmeyên ‘Bijî Serok Apo,Bê Serok Jiyan Nabe û Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû. Şervanan di dawiya merasîmê de govend gerandin û piştra bi meşekî girseyî ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan dar çandin.

 

Gotarên Têkildar

Back to top button