BI HÊZA JINÊN BERXWEDÊR WÊ SALA 2022’AN BIBE SALA AZADIYA GELAN

103

Sala 2021’ an li Bakûr û Rojhilatê Sûrî hewldanên dagirkerî û her cure erîşên dijminê dagirker bi awayekî bê navber devam kirin. Di van erîşan da gelek welatparêzên me yê heja jiyana xwe ji dest dan. Dîsa Fermandara meya heja Sosin Bîrhat û her wekî din rêhevalên me yên heja şehîd ketin. Lê belê bi saya şehîdê me yên heja, bi bîr û baweriya gelê me yê berxwedêr, îrade û ruhê fedayî yê şervanên azadîyê planên qirêj yê dijmin nikaribûn bi serbikevin. Li beramberî vê rastîyê em di serî de şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîrtînin û soza şopandina rêya wan nû dikin. Dîsa ked û fedakariya gelê xwe ya ku bi pêşengtiya jinan de hat meşandin bi mînetdarî slav dikin.

Her wiha sala di 2021’ an li ser jinan bi taybet li Rojhilata Navin û hemû cîhanê zext, lêdan, kuştin, dest dirêjî û her wekî din her cure erîş hatin pêkanîn. Li beramberî vê rastiyê pergala zilamsar bi bêdengî û erêkirina kiryarên bi vî rengî tundîya li ser jinan zêdetir kir û jiyan ji bo jinan vegerand dojehê. Li beramberî van erîşan li her qadên cîhanê jin li ser linga bûn û berxwedaneke bê hempa dan meşandin. Bi taybet jinên Bakur-Rojhilatê Sûrî bi yek girtina jinên Kûrd, Ereb, Asûrî û Ermen li beramberî erîşên dagirkeriyê û hişmendiya baviksalarî bi awayekî bê navber tekoşîn kirin.

Ji bo têkoşin û rêxistina ku li beramberî feraseta desthilatdar û pergala faşîst ya dagirker mayînde bibe û tekoşîna azadîyê bigihîje serkeftinê pêwîstiya hemû jinên cîhanê bi ava kirina pergala parastina cewherî heye.  Em dîbêjin êdî dema azadîya jin hatiye. Jin êdî xwedî bawerî, rêxistîn û artêşe. Di rastîya şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûrî de derket hole ku jin dikare pêşengtiya civaka demokratîk û azad bike.

Weke hezên parastina jin YPJ pergala me ya parastina rewa bi xwîna hezaran şehîdan gihîştiye astekî û ji bo hemû jinên herêmê û cîhanê heviyên mezin avakiriye. Ji îro şunda jî weke yekîneyên parastina jin YPJ’ê, ji bo jiyanek azad û bi rumet çi erk û berpirsyariyê dikeve li  ser milê me, ji bo azadiya jin û civakê berdêlê wê çi dibe bila bibe em amadene di asta herî jor de têkoşîn bikin da ku azadiya jin û civakê misoger bikin.

Bi wesîleya sala nu banga me li hemû jinên ku dilê wan ji bo azadîyê lê dide ewe kû xwe bi fikir û felsefeya azadîyê re bi rêxistin bikin û hêza xwe ya parastina cewherî ava bikin da ku em sala 2022’yan bi hêz û pêşengtiya jina azad bi serkeftinê ve tacîdar bikin.

Em li ser vê bîr û baweriyê careke din sala 2022’yan li hemû mirovahiyê û tevahî jinên cîhanê yê kedkar û azadîxwaz pîroz dikin û em dibêjin JIN JIYAN AZADÎ

Fermandariya Giştî Ya YPJ

31.12.2021