Dagirkeriya Dewleta Tirk Didome

172

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê bi panzêran êrîş bire ser gundên Westa, Kafya û Aybat ên başûrê Girê Spî. Di şerê ku li vê derê rû daye de gelek kuştî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çêbûn.

Li gundê Westayê mayînek bi erebeyeke dagirkeran ve teqiya, li gorî agahiyan herî kêm 11 leşkerên artêşa dagirker û çeteyên wê hatin kuştin.

Rewş niha li herêmê bêdeng e, balafirên keşfê li ser herêmê digerin.

Çeteyên dagirkeriya Tirk  bi hawanan gundê Cirin ê Girê Spî topbaran dikin, QSD‘ê bersiva êrîşan dide.

Navenda Ragihandina YPJ

Eyin Îsa-2.10.2019