Lezgîn:
Dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wî El Nusra û DAIŞ’ê êrişên xwe li ser gundê Tiltemir bê navber didomîne. Di van kêliyan de bi çekên giran obîs, katuşa, balafira keşfê û hewanan êrişî gundê Tilwerd û Rabîa dike. Her wiha li gor agahiyên hatine bi dest xistin balafira keşfê ya dewleta Tirk, li niqteyekî leşkerên rêjîma Sûriyê ya di navbera van herdu gundan da bû xistiye û nêzî 10 leşkerên rêjîmê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandina YPJ
Tiltemir- 21.11.2019