Lezgîn:
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşî navçeya Zirgan ya girêdayî Serê Kaniyê kirin. Di encama vê êrîşa dagirker de 8 sîvîl brîndar bûn.
Di van kêliyan de çeteyan êrîşî şervanên QSD’ê kirin. 3 şervan brîndar bûn rewşa yek ji wan şerwanan pir giran e.
Fermandariya Serê Kaniya got:”DewletaTirk pîvanên agirbestê binpê dike. Ger ku êrîş wiha berdewam bikin emê mafê xwe yê parastina rewa bikarbînin û emê bi tûndî bersiva van êrîşan bidin.”
Navenda Ragihandina YPJ’ê
Serê Kaniyê-18.10.2019