Di Nava Refên YPJ’ê de Du Hevrêyên Tirkmen

Du Şervanên Tirkmen yên Minbicê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Bakûr-Rojhilatê Sûrî beşdarî nava refên YPJ’ê bûn.
YPJ’ê, ji hemû jinên ku dilên wan ji bo azadiyê lê dide re, bû stargehek. YPJ li ser esasên paradîgmaya demokratîk,ekolojîk û azadîxwaziya jinê, bi berxwedaniyeke bêhempa xwe mezin dike. Li ser xaka Bakûr-Rojhilatê Sûrî jinên ku hebûna xwe di nava refên YPJ’ê de dibînin, bi bîr û baweriyeke mezin li hemberî her cûre polîtîkayên dagirkeriyê şerê azadiyê didin meşandin. Du şervanên Tirkmen yên ku ji bajarê Minbicê ne ji bo ku li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk parastina xaka xwe bikin beşdarî nava refên YPJ’ê dibin. Şervanên Tirkmen yên YPJ’ê wiha qala sedema tevlîbûna nava refên azadiyê dikin: “Di êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmê de ya ku herî zêde zilmê re rû bir û dimîne jine. Li hemberî vê yekê jî me biryara tevlîbuna nava refên YPJ’ê da.”
KESEK NIKARE LI HEMBERÎ HÊZA JIN BISEKINE
Şervana YPJ’ê a bi navê Xedîce Xelîl wiha behsa serpêhatiya xwe ye nava refên YPJ’ê dike: “Bi YPJ’ê re hêza parastina jin û mafê jinan îfadeya xwe ditiyê. Bi hêza xwe ya heyî em dikarin parastina welatê xwe bikin. Em niha di çeperên pêş de cihê xwe digrin, em ji bo parastina welatê xwe bikin her demê amade ne. Ji bo parastina welat, jin xwedî vîneke mezine dikare parastina gelê xwe bike. Tu carî dewleta Tirk nikare bi tehdîdan çavê me bitirsîne. Emê her tiştî ji bo parastina welatê xwe û Serokê xwe bikin.”
‘Jİ BO HEBÛNA XWE EMÊ ŞER BİKİN’
Şervana YPJ’ê Heyam Emîn diyar kir ku YPJ ji bo mafê jinan û gûhertina feraseta zayendperest tekoşîn dike û wiha axaftinên xwe berdewam kir: “Min di nava refên YPJ’ê de dît ku jin dervayî karê malê jî dikare hemû qadên jiyanê de hebûna xwe îfade bike. Em di civakê de ji ber feraseta baviksalarî bindest bûn û ji bo vê yekê jî me biryar da ku em tevlî nava refên YPJ’ê bibin. Me didît ku YPJ’ê mafê jinan diparêze û ji bo wê şer dike.”
Yek jî sedama tevlîbûna Şervana YPJ’ê Heyam Emîn jî, tecrîta girankirî a li ser Rêber Apo ye. Heyam li ser fikir û birdozî ya ku Rêber Apo afîrînerê wê ye xwe perwerde dike û wiha dibêje: “Ez ji rewşa Rêbertî pir bandor bûm, ez niha pirtûkên Rêbertî dixwînim. Weke jineke tekoşer li hemberî dagirkeriyê hem di warê leşkerî hem jî di warê birdozî de xwe perwerde dikim da ku ez bikaribin parastina mafê tevahî jinan bikim.”
‘WÊ ŞERÊ ME BI SERBIKEVE’
Dewleta Tirk rojane êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser herêmên Bakûr- Rojhilatê Sûrî didomîne. Şervanên azadiyê li hemberî dagirkeriyê di çeperan dane. Şervana YPJ’ê Heyam bi biryardariyeke mezin di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk wiha got: “Em li hemberî êrîşên dewleta Tirk guhertinên stratejîk pêktînin û xwe perwerde dikin. Emê wisa bikin ku dewleta Tirk a dagiker ji van êrîşên xwe poşman bibe. Serkeftin ya zarokê vî welatî ye. Ger ku hemû cîhan li hemberî me be jî emê li ber xwe bidin û emê welatê xwe biparêzin.”
Şervanên Tirkmen Xedîce Xelîl û Heyam Emîn ji bo tevahî ciwanên Bakûr û Rojhilatê Sûrî banga tevlîbûna nava refên azadiyê kirin û wiha axaftinên bi dawî kirin: “Pêwîste hemû ciwan li hemberî parastina welat xwe berpirsiyar bibînin, bi yekgirtin û rêxistinbûnê em dikarin li hemberî dijminê hov serkeftinê bidestbixin.”