Nûçe

Em ê Heya dawî ji bo parastina welatê xwe şer bikin

 

Şervanên YPJ’ê di berxwedana Serêkaniyê de, di çeperên pêş yên şer de li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî berxwedaniyeke dîrokî dimeşînin. Şervana bi navê Nûjîn Jêhat axivî û got ’em ê heya dawî ji bo parastina welatê xwe şer bikin.’

Dewleta Tirk ya dagirker tevî çeteyên xwe ji 9’ê Cotmehê ve li ser Bakûr-Rojhilatê Sûriyê dest bi tevgera xwe ya dagirkeriyê kiriye. Li hemberî  ev hewldana dagirkeriyê jî şervanên YPJ’ê-YPG’ê û QSD di çeperan de li ber xwe didin. Şervana YPJ’ê Nûjîn Jêhat di eniyên şer yên peş de biryardariya xwe wiha anî ziman; “Em her tim amade ne li kuderê êrîşên dagirkeriyê li ser welat û gelê me çebibin şer bikin. Keda em li vir bidin, ger şehadetek jî hebe tev jibo welatê me ye. Erdogan bi teknîka xwe nikare çavê me bitirsîne. Me 7 salan li ser vê xakê bihezaran şehîd dan, bila kes nebêje em ê bi rihetî dev ji vê xaka pîroz berdin. Ev xaka me bi keda gelê me û şehîdan hate rizgarkirin. Ji bo wê em dibêjin em di oxira van nixan de heya dawî şer bikin.  Em weke şervanên YPJ’ê dibêjin, heya ku di bedena me de dilopek xwîn hebe em ê li ber xwe bidin. Em tenê dikarin bi berxwedanê bersiva van dagirkeriya dewleta Tirk bidin. Em heya dawî ji viya re amade ne şer bikin.”

Navenda Ragihandina #YPJ

 

Gotarên Têkildar

Back to top button