Em Ji Bajar Û Kolanên Xwe Dernakevin

220

Dayika Şehîdek û 5 tekoşeran dayika berxwedan, ya ji bajarê Dirbesiyê ye, got; “em weke dayikên dilşewat soz didin heya dawî li gel şervanên xwe şerê parastina welatê xwe bikin”

Dayika Berxwedan, ya ji bajarê Dirbesî yê, ji roja Berxwedana Rûmetê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê dest pê kir bi çek û rexa xwe cihê xwe di eniya berxwedanê de girtiye. Dayika 5 tekoşeran hêrsa xwe li hemberî dewleta Tirk vegot û biryardariya xwe ya tekoşînê wiha anî ziman; ” Em ji bajar, kolanên xwe dernakevin, em ê heya dawî li pişt şervanên xwe bin û bi wan re welatê xwe biparêzin. Bila dewleta Tirk bizanibe em weke gel û dayikên Kurd ji çanda berxwedanê tên. Em di oxira vê berxwedanê de berdêlên giran jî bidin em dev ji doza azadiyê bernadin.”

Min şehîdek daye vê dozê. Niha jî keçeke min û 4 kurên min di nav refên şoreşê de cih digrin. Ez û bavê berxwedan ji rêya zarokên me hilbijartiye serbilindin. Ew çiqas êrîşên xwe giran jî bike wê bi vîn, bawerî û hêza me nikaribin. Wê daxwaza Erdogan û hevkarên wî ya xelas kirina Kurdan pêk neyê. Wê zarokên ji dergûşê rabin û hesab xwînmêjên Kurdan bipirsin.”

Bavê Berxwedan jî hêrsa xwe li hemberî dewleta tirk a dagirker bi van gotinan anî ziman; ” Ger ketinekî Erdogan ya Bakûr-Rojhilatê Sûriyê hebê we tu carî nikaribe jê derbikeve. Ji ber ku gelê Kurd û gelên li ser xaka Sûriyê dijîn xwedî kevneşopiyên berxwedanê ne. Heya dilopeke xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin û em ê axa xwe biparêzin”

Bavê şehîdekî soza parastina axa xwe wiha anî ziman; ” Heya ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin û welatê xwe biparêzin. Daxwaza min ji ciwanan ew e ku heya ji wan were bila welatê xwe bernedin û xwedî li rûmet û welatê xwe derbikevin”