Yekîneyên Parastina Jinê

Bedel Dayîn Nirxan Zêdetir Manîdar Dike

4

Ez bi xwe eslê xwe ji herêma Efrînê me, Di sala 2013’an de ji bajarê Efrînê tevlî nav refên azadiyê bûm. Demekê min xebat li wir da meşandin, şûnde ez derbasî herêma Cizirê bûm. Dema şerê berxwedana serdemê li bajarê Efrînê destpêkir, weke teqiwye carek din min berê xwe da herêma Efrînê. Şerê ku li herêma Efrînê dihat jiyîn, ne weke şerê ku li hember hovîtiya çeteyên Daîş’ê dihat jiyankirin bû.. Piştî balefirên şer li herêma Efrînê xistin şûnde em roja din çûn herêmê, em çawa gihijtin herêmê em derbasî nevçeya Reco bûn. Wê demê li navçeyê pevçûn li milê kevirêker û li gundê derdorê şer pir dijwarbû. Roja yekê ji ber baran hebû, ji bo wê jî em bi rihetî çûn û me karê xwe bi serkeftî bi cih anî. Roja din, tav derket û wê rojê jî balefirên keşfê pir li ser herêmê digeriyan.

Ez li navçeya Cindirêsê birîndar bûm.

Di berxwedana serdemê de ew germbûna nav hevalan de pir hebû, mirov çiqas bêje kême û wê kêm bimîne jî. Dijmin tevahî teknîka xwe bi kar dianî. Pirî caran balefirek keşifê radikirin û yek dadixistin. Ji ber ewqas ditirsiyan ku hevalên me êrîşên wan bikin, ji bo wê jî her seet balefirên şer li ser serê me digerandin. Carna du keşif bihev re radikirin û carna jî sisê bi hev re radikirin. Dema rojên baran bihata me bersiv dida êrîşê wan. Tu diketî bajar de te digot qey tu kes li bajar de tuneye, lê belê dema em diketin xaniyan de me didît hîna sivîlan dev ji malên xwe bernedane û li himber hovitiya dewleta Tirk li ber xwe didin. Lêbelê, ji ber heskirina xwe ya welat û axa xwe li himber wê hovîtiyê li ber xwedidan. Pir caran ez diçûm navenda Efrînê min tişt danîn. Her ku me li çavên wan zarokan mêze dikir, me bi xwe hîs dikir ku divê em hîn zêdetir kar û xebat bikin ji bo azadkirina wan zarokan û em cardin wan rojên berê ku bi rûkeniya li ser ruyê wan ku ji tevahî mirovahiyê re dibû hêviya azadiyê, em wan rojan ji wan re bizivirînin.

Rûxmi ku ewqas balefirên keşifê û belfirên şer li ser herêm bi awayekî hovane êrîş dikirin jî, lê belê,  coş û morala heval qet kêm nedibû. Qet tirsa mirinê an jî binkeftinê jiyan nedikirin. Berovajî pir bi kelecanek mezin û bi îdayek mezin bi ser dijmin de diçûn.

Beriya cindirêsê bikeve hefteyekê ez bi teqîna mayînê ji lingê xwe birîndarbûm. Ger ne ji hevalên ligel min ba belkî ez bi birîndar ketibama destê dijmin de û dibe ku ji xwîna zêde jî ez şehîd bûbama. Dema min li nexweşxanê çavê xwe vekir, hestek pir cuda bû. Min qet bawer nekir ez birîndar bûme, min bixwe ji xwe re digot xewne ez tu carî birîndar nabim. Li kîjan bajarê me dibe bila bibe, ger em di oxira wê de bedel bidin ji me re ne girînge. A girîng ji mere parastina wê axê ye, tenê ew di ewlehiyê debin ji mere bese. Ger di oxira wê de dest, ling û an jî çav me jî biçe, zêde negirînge. Ji ber ji bo şoreşê parçeyek canê xwe feda kirin, an jî canê xwe di oxira wê de dayîn pir bi wate û girînge. Ji ber ku em ji felsefeya Rêber APO fêrbûne,  yê ji min re girîng ne fîzîke. Piştî min tedawiya xwe bi dawî kir, şûnde ez hatim perwerdeyê. Akademiya me bi giştî hevalên gazîne, yên ku bedel dane  di nava şoreşê de, cihê xwe têde digirin. Pir caran hevalên ji derve de dema tên li gel me ji tevgerên me yên di jiyanê de û morala me matmayî dimînin. Ji ber ku em hevalên li vir baş di wê zanebûnê dene ku çima ew bedel dane, ji bo wê jî li ser hevalan bandor nake.

Ez niha karê arşivê li vir didim meşandin. Her kêliya li vir karkirin, ji bo hevalên xwe yên gazî arşiva wan bi belgekirin ji min re pir bi wate û girînge. Dersên dibînin, wêneyên wan û dîmenên wan digirim. Her kêliya wan hevalan girtina qeyda dîrokê pir cudaye.

Di şerê Efrînê de, ji ber cara yekem bû ku yek bi yek me li himber balefirên şer di berxwedana serdemê de bi berxwedanek bêhempa li himber dijminê xwe şer dida meşandin, hestek pir cuda bû. Armanca êrîşên dewleta Tirka a ji bo herêmê, girtina xaka Efrîn bû û ya din jî wan qebûl nedikir gelê herêmê bi xweseriya xwe jiyana xwe bi rêxistin bike. Di heman demê de gelê Kurd bi xwe xwe bibin xwedî rêveberiyek xweser. Yek jî di milê coxrafî de jî cihekê xwe yê stratejîk heye. Ji bo wêna jî bi hemû hebûna xwe bi awayekî hovane êrîşî xaka Efrînê kirin. Ji bo wê jî xwestin herêma Efrînê bigrin û li gorî xwe coxrafiya wêna bi karbînin. Di heman wextê de ji ber di her milî de dewlemende, evaya hêzên desthilatdar bi çavnebarîna xwe bi hişmendiya talan û tunekirina herêmê êrîş kirin.

                                         Şervîn Şıyar