Nûçe

Gundê ku di Navbera Ayn Îsa û Girê Spi de Şer û Pevçûn Didome

LEZGÎN: 

Gundê ku di navbera Ayn Îsa û Girê Spi de şer û pevçûn bi dijwarî didome . Li gûndê Kendalê  BMB ya çeteyan hate rûxandin û şoforê wê jî hate kûştin.

Li gûndê Yarqo ya ku di navbera Tilabyad û Eyn Îsa de ye, şervanan  bi çalakiya mayinê  li hemberi konvoya dijmin çalakî pêk anîn û BMB hat rûxandin. Di encama vê çalakiyê de  kûştî û birîndarê dijmin ne dîyar e.

Nêzikî Eyn Îsa 5 km jî dijmin dema ku di liv û tevgerê de bû, bi awayekî bi  bandor şervanan bersiva wan de, di encamê vê de gelek birindarê dijmin heye.  Di heman pevçûnê de 2 erebê Doçka ketin destê şervanan de. Dimenê vê çalakiyê wê piştre bi raya gişti re bê parve kirin.

Dûh bi şev Gûndê Celbê ya ku nêzî Tilabyad ê ji alîyê çeteyên dagirker ya Tirk ve hatibû dagirkirin lê  ji alîyê şervanan ve careke din hat rizgarkirin û li hemberî bersiv dayîna şervanan  çete paş de direvin.

Li  Gûndê Wesîta ya ku di navbera Tilfindir û Eyn Îsa de cih digre, dema ku konvoya dijmin di tevgerê de ye, şervanan çalakî pêk anîn û di encama vê çalakiyê de 5 birindar  û  1 kûştîyek dijmin heye .

Navenda Ragihandina YPJ

16.10.2019 – Girê Spî

 

Gotarên Têkildar

Back to top button