Fermandara yekîneyên parastina jinê YPJ’ê Kurdistan Waşokanî bi boneya 25’ê Mijdarê, roja tekoşîna li hemberî tûnd û tijîya li ser jinê bersiv da pirsên ajansa me. Kurdistan êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk nirxand û diyar kir ku êrîşên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi hedef girtina şervanên jin ve ti cudahiya xwe ji hişmendiya ku Xuşkên Mirabel qetil kirin, nîne.
Kurdistan Waşokanî sedema êrîşkirina hişmendiya zilam ya dagirker wiha nirxand:
“Erîşên ku li dijî jinê di heman demê de li ser hemû civakê ye. Ji ber ku weke Rêber Apo jî dayê diyar kirin ‘ rastiya jin û dayik rastiya civakê ye’. Civak bi xwe çand,exlaq û hebûne ji bo vê yekê jî êrîşên ku li hemberî jinê tê kirin li dijî nirxên civakê tê kirinê. Jinên ku li hemberî dîktatoriyê disekinin armancê wan hemû yeke. Jinbuyîn nasnameyeke ji bona wê jî çîn,netew û rengê jinan yeke. Di dîrokê de heta roja me ye îro jinê tu car ev pergala zilam qebûl nekiriye û her dem li hemberî vê tekoşîn kiriye. Xûşkên Mirabel jî ji aliyê Trujillo dîktatorê salên 1960’dan ve bi avayekî hovane hatin qetil kirin û piştra jî xwestin li ser vê komkujiya hovanê bigrin. Lê Xûşkên Mîrabel rûxmî hemû hovîtî û dirindetiya Trujillo tekoşîna xwe dan meşandin, di encamê de jî sala 1999’an da roja qetil kirina Xûşkên Mirabel bû rojeke navnetewîya ya tekoşîna li hemberî tûnd û tijiya li ser jinê. Vê rojê hîşt ku li hemberî tûnd û tijîya li ser jinê hîşyarî zêdebin . Her jina ku li hemberî dîktatoriyê serî radike û tekoşîn dike bi navê civakbûyîn û mirovatiyê serî radike.”
Rihê Şervanên YPJ’ê Nîşaneya Xetta Tekoşîniyê
DAIŞ’ê, sedsala 21’êmîn xwast ji bo jinan bike tirbekî, di heman demê de di şexsê jinan de xwastin hemû civakê tûnne bikin. Êrîşa xwe ye yekem di şexse jinên Şengalî de, bi bazaran de weke kole firotandina wan, xwastin çand û exlaqê Rojhilata Navîn bi navê Îslama radîkal de bin ewrên tarî de bihêlin. Lê weke YPJ li hemberî van kiryarên qirêj tekoşîna jinên Kurd destpê kir. Ev tekoşîn bi Arîn,Slava,Awesteyan despêkir , bi berxwedana Rûmetê re jî di şexse hevala Zîn,Amara de şenbertir bû.
DAIŞ Bi Hêza Jinan Hat Binxistin
Hişmendiya zilam îro ne tenê di Kurdistanê de hemû cîhanê de serweriya xwe dide meşandin. Bi taybet jî li hemberî Şoreşa Rojava ku em weke Şoreşa Jin pênase dikin xwastin êrîşekî pêk bînin. Şoreşa Rojava hemû tabuyên ku li beramberî jin şikand û hêza jin ya cewherî derxist holê. Da nişandan ku jin hemû qadên jiyanê de dikarê cihê xwe bigre û ji bo parastina welatê xwe şer bike. Dewleta herî kevnar Irak ê li hemberî DAIŞ’ê tenê çend meha berxwe de, di heman demê de dewleta Sûrî ya ku xwe weke dilê netewa Ereb pênase dikir jî ber xwe ne da. Lê jina Kurd weke YPJ di Pêngava Baxozê de DAIŞ binxist. Îro jî hemû cîhan li hemberî vê tekoşîna jina Kurd deyîndarê . Ji ber ku DAIŞ ne tenê bela serê gelê Kurd bû, bela serê hemû mirovatiyê bû.
Dîktator Dixwazin Jinan Bê Deng Bikin
Êrîşên di salvegara plangeriya 9’ê Cotmehê de despê kirî ji bo baweriya di dilê jinan de tûnne bikin hate pêk anîn. Lê tekoşîna jina Kurd hîşt ku ji aliyê raya giştî ve bertekên vîcdana mirovatiyê pêş bikeve. Dîktatoriya di şexsê Trump,Putîn û Erdoğan de dixwazin bilind bikin armanca xwe bêdeng kirina jinê û bêdeng kirina gellan e. Hevala me Zîn,Amara û Havîn li hemberî dagirkeriyê careke din xetta me ye tekoşînê dan nîşandan. Dewleta Tirk bi hemû teknîk xwe êrîşî me dike, dibe ku me fîzîkî bikûje û tûnne bike lê nikare îrade, dil û mêjiyê me bikûje. Ji ber ku ev berxwedan,tekoşîn û pêşengiya jinê di dil û mêjiyê zarokên Kurdan dibe tov û şîn dibe.
Me Sînorên Tirsê Derbas Kiriyê
Dagirker dixwazin bi êrîşên xwe yên li ser Rojava me bitirsînin lê me sînorên tirsê derbas kiriyê. Ger ku îro jinên Kurd bi tilîlîyan diçin ser mirinê ev nîşan dide ku me mirin di dil û mêjiyê xwe de kûştiye. Em ji bo vê civakê hezar car bimrin jî em ne poşmanin û emê tu car serî netewînin. Erka me tenê ne şere bi qasî şer ewqas jî jiyaneke azada ava kirine. Em careke din bang li hemû jinan dikin ku bila li hemberî qirkirin û dagirkeriya li ser welatê me di heman demê de hedef girtina jinan erka xwe ye mirovî û vîcadanî pêk bînin.
Navenda Ragihandina YPJ