Ji Bo Gelê me û Raya Giştî!

334

Ji Bo Gelê me û Raya Giştî!

Pêvajoya ku roja îro li Kurdistanê tê jiyan kirin bi konsepteke berfireh armanca imha û tunekirina gelê Kurd û netewa demokratik dike hedef e. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hêzên herêmî û yên navnetewî bi her awayî êrîşê Çar parçeyên Kurdistanê dike. Ev jî dide xuya kirin ku hêzên qirker ji bo berjewendiyên xwe li ser tunekirina gelê  Kurd bi dijminahiyeke mezin hevkarî û hevkirin pêk anîn e. Dewleta Tirk a dagirker bi hêz û wêrekiya vê hevkariyê li ser herêmê êrîşên xwe berfirehtir û mezintir dike.

Di pêşengtiya YPJ’ê de soreşa Rojava ku bi berdêlên giranbiha pêk hat û ji bo hemû mirovahiyê li hember DAİŞ sekinî, berxweda di serî de ji bo jin û gelê herêmê bû hêviya azadiyê. Lê ji destpêka şoreşa rojava heta roja me ya îro dewleta Tirk a dagirker li ber çavên cîhanê êrîşê şoreşa Rojava kir. Dewleta Tirk a dagirker dijminahiya hêz û vîna jin dike, di roja 20’ê Nîsana 2022’yan hevrêyên me Dilar, Ronahi û Kobanî di dema ku li ser erkê xwe bûn, bûne hedefa êrîşa balafirên bêmirov dewleta Tirk a dagirker û di encama vê êrîşê de şehîd bûn.

Heval Dilar Heleb a ku Endama Fermandariya YPJ’ê a Kobanê bû di sala 2012’an li Helebê bi coş û kelecaneke mezin û bi bîr û baweriya welatê azad ve cihê xwe di nava şoreşa Rojava de girt. Di demeke kin de bi felsefeya azadiyê xwe di birdoziya rizgariya jin de kûr kir bû fermandareke jin a ku pêşengiya şoreşa mirovahiyê dike. Hevala me Dilar a ku di hemû şertan de li hember gelê xwe û erk û berpirsyartiyên xwe yên şoreşê bêteredut bi hemû hêza xwe ve tevlî bû weke fermandareke me hêz da şoreşa jin. Ji bo hemû hevrêyên me bû remza hevrêtiya germ, mînaka jina tekoşer, jina ku bi hêz û vîna xwe hebûna xwe diyar dike û dibe pêşenga paşerojên azad. Hevrê Dilar a ku bi tevlîbûna xwe xwedî rolekê diyarker bû di şoreşa Rojava de bi şer û pêngavên ku tê de cih girt jî, pêşengtiya pêvajoyan kir û her çepereke berxwedanê de bû xwedî ked û tekoşîn. Taybet li Helebê di berxwedana Şêx Meqsûd heya pêngavên weke Minbicê bi berxwedana hevrê Dilaran ve azadî misoger bû.

Heval Ronahi Kobanî di sala 2014’an de ji berxwedana Kobanê ya destanî bandor dibe û ji bo azadî, rûmeta jin û gelê xwe li hember hovîtiya çeteyên DAİŞ tevlî refên YPJ’ê dibe û li Kobanê weke bi hezaran hevalên xwe berxwe dide û di vê berxwedanê de birîndar dibe. Ruxmê hemû zehmetiyên birîndariyê jî bi kelecaneke mezin tekoşîna azadiyê hembêz dike bi vîneke mezin cihê xwe di pêngava Reqa de girt. Piştî salên dirêj ku cihê xwe di nava YPJ’ê de girt derbasî erka Hevserokatiya Desteya Parastinê a Kobanê bû dema ku şehîd bû jî xebatên Desteya Parastinê pêk dianî.

Heval Kobanî ya ku di sala 2020’an de, bi temenê xwe yê ciwan, ji malbateke welatparêz tevlî refên YPJ’ê bû bi ciwaniya rihê xwe kelecana şoreşê jiyan kir û cihê xwe di nava refên azadiyê de girt. Her dem bi lêgerîneke xurt a azadiyê, bi hez kirin û meraqeke mezin şoreşa me hembêz kir.

Weke hêzên YPJ’ê em ji malbata Hevrê Dilar, Ronahî û Kobanî re sersaxiyê dixwazin em dibêjin çawa ku me tu caran tola şehîdên xwe li erdê nehêliştiye emê niha jî tola hevrêyên xwe ji neyaran re nehêlin. Şoreşa me ya ku bi vîn û fedakariya şehîdên me gihaştiye roja îro wê ji îro şûnde bi heman awayî berfireh bibe û bidome. Çawa ku hevrêyên me Dilar, Ronahî û Kobanî bi rihekê bêteredut xwedî li erkê xwe derketin û şoreşa Rojava parastin emê jî bi heman rihê ala ku wan emanetê me kiriye ber bi serkeftina Kurdistana azad ve bibin.  Li ser vî bingehî bangawaziya me ji gelê me ew e ku bi erk û berpirsyariya  xwe ya welatparêzî rabin û xwedî li şehîdên xwe û hemû nirxên şoreşê derbikevin. Em bawerin weke şervan û gel em dikarin bi feraseta şerê gelê şoreşgerî li hember her cure êrîşên tunekirinê bisekinin û Kurdistna azad misoger bikin.

 

Nasnav: Dilar Heleb

Nav û Paşnav: Ranya Henan

Navê dayîk: Necah

Navê bav: Remzi

Cihê ji Dayîkbûnê: Efrîn-1988

Cih û Dîroka şehadete: Kobanê-20.04.2022

 

 

 

 

Nasnav: Ronahî Kobanê

Nav û Paşnav: Rodîn Ebdilqadir Mihemed

Navê dayîk: Emîne

Navê bav: Ebdilqadir

Cihê ji Dayîkbûnê: Kobanê-1996

Cih û Dîroka şehadete: Kobanê- 20.04.2022

 

 

 

 

Nasnav: Kobanî

Nav û Paşnav: Cihan Nidal Elî

Navê dayîk: Celila

Navê bav: Nîdal

Cihê ji Dayîkbûnê: Kobanê-2003

Cih û Dîroka şehadete: Kobanê-20.04.2022

 

 

 

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

21.04.2022