Ji bo Gelê me û Raya Giştî!

447

Ji bo Gelê me û Raya Giştî!

Em hevrêya xwe Arîn Bahoz bi rêzdarî bibîrtînin û ji malbata wê re sersaxî dixwazin. Em careke din ji wê û hemû hevrêyên xwe yên şehîd re soza pêkanîna hedef û armancên wan nû dikin.

Hevrêya me Arîn a bi nasnav Nesîme Tetik di pêvajoya şerê Kobanê a giran de bi rihekê netewî û berpirsyar tevlî YPJ’ê dibe û di 31’ê Çileyê de di encama nexwaşiya penceşêrê ya ku çend sale tedawiya wê li Qamişlo didît de, tevlî karwana şehîdan dibe.

Hevrê ya me Arîn a ku ji Cizîrê ye di nava malbateke welatparêz de bi çanda herêma Botanê a berxwedêr ve mezin dibe. Heval Arîn di zarokatiya xwe heya jiyana xwe ya şoreşgerî her di nava lêgerîna azadiyê dijî û di temenê xwe yê ciwan de di sala 2015’an dema ku çeteyên DAİŞ’ê êrişê ser Kobanê dikin li hember van êrîşan ji bo axa xwe û nirxên xwe biparêze tevlî refên YPJ’ê dibe bersiva lêgerînên xwe di şoreşa Rojava dibîne. Lêgerîna xwe bi naskirin û xwe kûr kirina felsefeya birdoziya rizgariya jin pênase dike. Coş û kelecana xwe ya jiyanê ji bîr û baweriya azadiyê digre û bi rihê hevaltiyê milîtaniya jin dixemilîne. Ji bo azadiya jin, welat û ax bi heskirina azadiyê tekoşîn kiriye. Her kêliya jiyana xwe bi eşqa welatek azad tekoşîn daye meşandin. Ji bo hevalên derdora xwe jî bûye çavkaniya jîna azad.

Di heman demê de rêhevala me Arîn bi fereseta jîna azad a netewa demokratik di pêngavên rizgarkirina bakûr û rojhilatê Suriyê de cihê xwe girtiye. Bi taybet pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê bi hewar jin û gelê Minbicê ve diçe û heya rizgarkirina bajar bi tevlîbûnek bê hempa tekoşîn dike li hember hovîtiya çeteyên Daîş’ê. Weke jinek azadîxwaz bi heskirina xwe ya azadiya jin û xaka bakûr û Rojhilatê Suriyê berê xwe dide bajarê Reqa bi hewara jin û keçên Êzîdî ve diçe ta ku rizgarkirina bajarê Reqa.

Di pêvajoya tedawîya nexweşiya penceşêrê didît tu caran dev ji coş û morala xwe ya jiyanê berneda. Ji bo carek din di eniyên şer de cihê xwe bigre xaka welatê xwe û gelê xwe biparêze bi xwestek û bi israr tevlî jiyanê bû. Heta kêliya jiyana xwe ya dawî jî bi vê hêvî û baweriyê jiyan kir.

Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, em careke din ji malbata bi nirx a hevrê Arîn re sersaxiyê dixwazin. Em ji hemû malbatên şehîdan re soz didin ku wê tola şehîdên me li erdê nemîne. Emê bi rihê berxwedêr ê hevrê Arîn xwedî erkên demê derbikevin û emê girêdana xwe a bi şehîdên xwe re bi misogerkirina azadiyê ve diyar

Nasnav: Arîn Bahoz

Nav û Paşnav: Nesîme Tetîk

Navê dayîk: Fatma

Navê bav: Osman

Cihê ji Dayîkbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka şehadete: Qamişlo 31’ê Çileya 2022

Fermandariya Giştî YPJ’ê

09.02.2022