Daxuyanî

Ji Bo Raya Giştî Ra

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi teknîkên xwe yên şer êrîşên xwe didomîne, her wiha piştî vekişîna hêzên me ji herêmên ku li ser hatibûn lihevkirin, artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe bêtir û gûrtir kirin, pê ra jî agirbestê heta niha bin pê dike. Hêzên me jî di çarçoveya parastina rewa da bersivê didin êrîşên dagirkeriyê.

ENÎYA DI NAVBERA SERÊKANÎ Û DIRBÊSÎYÊ DA:

Li gundê Derdara, Morîkis û Bab El Xêr, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi bi çekên giran, tang û balafiran êrîş kirin. Di encama bersivdayînê da 3 tang, 3 panzêr, 6 tirimbêlên leşkerî hatin rûxandin û 40 çete û leşker hatin kuştin.

Bi giştî di van gundan da 11 şervanên me bi lehengî şehîd bûn.

ENÎYA DI NAVBERA TIL TEMIR Û SERÊKANÎYÊ DA:

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Bîr Nûh, Til Diyab û Esedîyê bi çekên giran, tang û balafiran êrîş kirin.  Di encama bersivdayînê da 2 tirimbêlên doçka yên barkirî hatin rûxandin û 16 çetê û leşker hatin kuştin.

ENÎYA KOBANÊ Û EYN ÎSA:

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundên Qizalî û nêzî rêka diwelî êrîş kirin. Di encamê da gelek kuştî û birîndarên dagirker çêbûn, 2 hevalên me birîndar bûn û 3 leşkerên rêjîmê jî birîndar bûn.

Bi giştî êrîşên dagirkeran hatin sekinandin û 3 tang, di encama bersivdayîna hêzên me da 5 panzêr, 2 tirimbêlên doçka yên barkirî û 6 tirimbêlên leşkerî hatin rûxandin û 56 leşker û çete hatin kuştin. Her wiha leşkerekê rêjîmê jîyana xwe ji dest da û 13 leşkerên rêjîmê jî birîndar bûn.

Di wan şeran da 13 rêhevalên me şehîd bûn û 2 jî birîndar in.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD

28 Cotmeh 2019

Gotarên Têkildar

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button