Daxuyanî

Ji Bo Raya Giştî Re

Bîlançoya çalakîyan a 16’ê Cotmeha 2019an

Artêşa tirk û komên terorîst yên pê va girêdayî bi bombebaran û topbaraneka xurt, êrîşa xwe dewam dike. Xirabtirîn binpêkirinên derheqê sivîlên bakur û rojhilatê Sûrîyeyê dike, lê hêzên me li her derê li hember wan der dikevin, wan dişkînin û bi paş da dixînin.

Dêrik:

Artêşa dagirker a tirk komên xwe li ser sînor pirtir dike da ku bajêr û gundên derdora wê û bitaybet gundê Carûdîyê dagir bike, pê ra jî artêşa dagirker gundê Xirab Reşkê bi çar topan ji hêla qereqola gundê Bablê yê sînorî armanc girt.

Serê kanîyê:

Ev e çar roj in hemû enîyên Serê kanîyê arasteyî xurtirîn êrîş, bombebaran û topbarana berdewam dibe, firokeyên keşfê ji esman nayên xwar,  teknîkeka pêşketî û hezaran çete, dijmin nikare gavekê jî bi pêş da bide. Ji saetên sibeha destpêkê ve û heya doh danê şevê jî, dagirkerê tirk êrîşeka bejahî tev bombebaranê tîne ser me, hêzên me bi lehengî bûn mertal û şikandin û jimareka mezin ji çeteyan kuştin.

Li alîyê gundê Menacîr, artêşa dagirker û çeteyên wî êrîşeka bejahî bi şev li ser gundê Menacîrê anî û bû sedem ku pevçûnên dijwar der bikevin, pê ra jî bombebaran bi firokeyên şer û firokeyên keşfê nesekinîye. Ev pevçûn bû sedem ku kuştîyên çeteyan pir çêbibin û me nikaribû jimarê baş binasin.

Li alîyê Alyayê jî dijmin êrîşeka xurt kir û di êrîşê da bêtirî 1‪00 maşîneyan ku ji nav wan zirxî û tang hebûn, bi kar anî. Lê belê firokeyên şer û keşfê jî her der bombebaran dikir, lê hêza me di cî da bi  wan ra kete pevçûnê û li beramberî wan der ket. Ev pevçûn hişt ku 2‪‪‪0 Maşîneyên leşkerî tune bibin û xirab bibin. Her wiha 1‪0 maşîne ji qada cengê revîyan. Pê ra jî  4‪ maşîneyên zirxî yên veguhestina leşkeran û destdanîna li ser yekê ji wan.

Pevçûn bûn sedem ku 6‪0 çete bên kuştin û 4‪0 ji wan birîndar bibin, her wiha 1‪8 hevalên me şehîd bûn û 7‪ jî birîndar bûn, lê belê êrîş hate şikandin û herêm ji wan hate paqijkirin.

Amûdê:

Gundên Eradê û Ibrahîmîyê arasteyî topbaranê bûn û 4‪ sivîl birîndar bûn.

Girê Spî:

Li alîyê Eyn Îsa dagirkerê tirk hewl da bi alîyê rêya navnetewî ve bi pêş bikeve, lê hêzên me li gelek alîyan bi wan ra pevçûn, ev pevçûn bombebaran bi balefirên şer û keşfê dewam kir.

Hêzên me çalakîyeka biarmanc dijî meşîneyên dijmin pêk anîn û li gelek alîyan jimarek ji maşîneyan û kesên di hundirê wê da tune bûn. Lê dîsa jî jimara kuştîyan nehate naskirin.

Navneda Ragihand û çapemenîyê ya QSD’ê

1‪6’ê Cotmeha 2‪019an

Gotarên Têkildar

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button