Daxuyanî

Ji Çapemenî Û Raya Giştî Re

Encamên êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser xaka rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê a yên 13 Cotmehê.

Girê Spî:

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di dîroka 13ê mehê bajarê Girê Spî bi top û balafiran bi awayek dijwar bombebaran kir. Seetên sibehê de, piştî bombebarana bê serûber, artêşa dagirker tevî bi hezaran çeteyên xwe ji 2 milan ve êrîşê bajar kirin. Piştî pevçûnên giran û êrîşên hewayî yên bê serûber hejmarek jı çeteyên artêşa dagirker a Tirk hatin kuştin. Di nav pevçûnan de ji ber tevgera bênavber a balafirên bê mirov, pêwendiya me bi hejmarek hevalên me re qut bû. Dîsa di seetên sibehê de çeteyên artêşa dagirker hewl dan bi piştgiriya şaneyên xwe yên veşartî xwe berdin ser rêya navdewletî. Di encama êrîşan de di kampa Eyn İsa ya ku bi sedan çeteyên DAIŞê û malbatên wan tê de ne rewşeke aloz derket û bi sedan çete ji kampê reviyan.

Silûk:

Di seetên nîvro de artêşa Tirk a dagirker piştî bombebaraneke giran, bi tank û panzeran êriş bire ser bajaroka Silûkê. Di nav bajarok de demek dirêj pevçûnên giran qewimîn. Herwiha hêzên me li dijî komên çete yên ku dixwestin di herêma Nestelê de pêş bikevin çalakiyek pêk anîn, di encama çalakiyê de ev çete paş de reviyan. Piştî çalakiyê herêm bi balafirên şer û topan bi awayek dijwar hat topbarankirin. Hêzên me di seetan de li dijî çeteyên ku dixwestin xwe di gundê Sikêriyê de bi cîh bikin çalakiyek pêk anîn. Dîsa li dijî konboyek zirxî ya çeteyan çalakiyek hate li dar xistin. Di encama her dû çalakiyan de herî kêm 10 çeteyên dewleta dagirker hatin kuştin, 3 panzer hatin îmhakirin û 3 çekên AK-47 ketin destê hêzên me. Herwiha di encama kêmina çeteyên dagirker de ambûlansek ku dixwest brîndarên sîvîl ji herêmê derxe hate revandin û tu agahî ji xebatkarên wê nehatin girtin.

Dêrik:

Artêşa Tirk a dagirker, di bin tevgera bênavber a balafirên keşfê û yên şer gundên Xirabreşkê, Birkê û Rihanik topbaran kirin û di encam de 3 sîvîl şehîd ketin. Herwekî din hêzên me li dijî seyare û baregehên artêşa dagirker çalakiyên bi bandor pêk anîn. Di enama çalakiyan de ajanên MITê jî di nav de bi kêmanî 3 çete hatin kuştin, seyareyek hate îmhakirin.

Amûdê:

Artêşa Tirk a dagirker gundên bajarê Amûdê Erada û gundewarên Dirbesiyê topbaran kir. Hêzên me bi heman awayî bersiv dan êrîşan.

Serêkaniyê:

Hêzên me di seetên sibehê de bi çalakiyek bi bandor taxa Sina’a ji çeteyan paqijkirin. Di çalakiyê de 8 çete hatin kuştin. Herwiha hewldanên artêşa dagirker a pêş de hatinê li ser deriyê sînor û ji aliyê gundê Til Xelef ve hate vala derxistin. Di seetên ber êvarê de konvoyeke gelê sîvîl ku bi armanca piştgiriyê diçû herême, ji aliyê artêşa dagirker ve hate hedef girtin. Di êrîşa ku bi balafirên keşfê hate pêk anîn de 12 sîvîl şehîd ketin, 64 kes jî brîndar bûn. Di encama berxwedana hêzên me di nav bajar de, 62 çete û leşker hatin kuştin, 28 brîndar bûn. Herwiha 3 maşîneyên kar û panzerek jî hate rûxandin. Herwiha 14 rêhevalên me jî di berxwedanê şehîd ketin, 58 hevalên me brîndar bûn.

Kobanî:

Hêzên me li hember baregeha Siftikê û leşkerên li ser deriyê sînor 2 çalakiyên sekvanî pêk anîn. Di encama çalakiyan de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin. Artêşa dagirker herêmê bi awayek dijwar topbaran kir.

Di encama berxwedan, pevçûn û bombebarana dijwar de bi giştî 20 hevalên me û 15 sîvîl şehîd ketin, 58 hevalên me û 64 sîvîl brîndar bûn. 78 çete û leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin û 28 jî hatin brîndarkirin.

Navenda Ragihandina QSD

14 Cotmeh 2019

Gotarên Têkildar

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button