Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Piştî guftûgoyên berfireh li gel Federasyona Rûsya li ser hin xalên hevpeymanê ku me erê nedikir, bi armanca sekinandina êrîşên artêşa dagirker li ser gel û destkeftiyên herêmê, em gihîştin encama pêk anîna rêkeftina Soçî ya 22 Cotmeha 2019an. Hêzên Sûriya Demokratîk li seranserê bakûrê Sûriyê û rojavayê Kurdistanê li herêmên dûrî sînorê Tirkiyê û Sûriyê xwe ji nû ve belav dike û li qadên nû bi cîh dibe da ku ev êrîşên hovane û xwîna ku dirije werin sekinandin. Hêzên parastina sînor a hikûmeta navendî li van herêmên sînor tên bi cîhkirin.
Weke Hêzên Sûriya Demokratîk, li gel teqezkirina pêbendiya xwe ya parastina gel û destkeftiyên herêmê, em bang li Federasyona Rusya dikin ku bi erkên xwe rabe û di navbera Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û hikûmeta navendî ya Şamê de bingeha diyalogek çêker ava bike.
Fermandariya Giştî ya QSD
27 Cotmeha 2019