Daxuyanî

Ji Gelê me û Raya Giştî Re

Ji Gelê me û Raya Giştî Re

Şengala ku piştî fermana 2014’an, bi hêza keç û xortên xwe, xweseriya xwe ava kir û ruxmê hemû gef û êrîşan dîsa bi hêza şervanên xwe ve ax, welat, hebûn û çanda xwe parast û wisa hebûna xwe diyar kir, tu caran ji aliye hêzên çavnebar re nehate hezim kirin û herdem weke berdewama fermanê pêşengên civaka Êzîdxanê hatin hedef girtin. Fermandarên weke Mam Zekî, Mam Seid, Zerdeşt Şengalî û ji bo gele Êzîdxanê bûne pêşeng, bûne hêz, bûne vîna xwe parastinê, bi hebûn, kar û xebatên xwe jî hêz û morala xwedî derketina Şengalê di gelê Êzîdxanê de ava kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di fermana li ser Şengalê de hevkarî û finansekirina çeteyan de xwedî rolekê diyarker bû. Piştî rizgarkirina Şengalê a ji çeteyên DAİŞ’ê her tim gef û êrîşên Dewleta Tirk û PDK’ê li ser axa pîroz berdewam kir. Herî dawî Hevserokê Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel bi hevkariya istixbarata MİT û Parastin û di encama bêdengiya hikûmeta İraqê  ve pêşengê mezin Merwan Bedel hate hedef girtin û bi awayekê namerdane hate şehîd xistin. PDK ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî bi salan e axa Başûrê Kurdistanê a ku bi xwîna sedhezaran şehîd hatiye rizgarkirin bi awayekê qirêj ji dewleta Tirk a dagirker re pêşkêş dike. Ji ber vê sedemê di asta yekemîn de berpirsyarê vê êrîşa qirêj PDK ye.

Weke hêzên YPJ’ê em van êrîşên ku weke berdewama fermanê didomin, fermandar û pêşengên civaka gelê Êzîdî hedef digrin û hêzên di van êrîşan de hevkariyê dikin û xwe li hember van kiryarên Dewleta Tirk a dagirker bêdeng dihêlin şermezar dikin û em ji malbata Merwan Bedel, civaka me ya Êzîdî û hemû gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Weke YPJ em êşa gelê xwe parve dikin û banga me li hemû jinên cîhanê, derdorên demokrasîxwaz ew e ku herkes bi awayekê berpirsyarî  xwedî li Şengalê derbikeve. Em di wê baweriyê de ne ku serî de jin, ciwan û hemû gelê Êzîdî bi awayekê xurttir bi hêz û vîna cewherî li çanda berxwedan û parastina Şengalê a ji Mam Zekî, Zerdeşt Şengalî, Mam Seîd heya Merwan Bedelan tê xwedî derbikevin, hevgirtina xwe xurt bikin, ax û çanda Êzîdxana pîroz biparêzin.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

08.12.2021

Gotarên Têkildar

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button