Daxuyanî

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

 

Dewleta Tirk a çete û dagirker bi awayekê bênevaber û hovane êrîşê Kurdistan û warê şoreşê Rojava dike. Dewleta Tirk a çete û dagirker ji bo pêşiya têkçûna dasthilatiya xwe bigre van êrîşan li ber çavên hemû hêzên navnetewî bêperwa didomîne. Şoreşa Rojava ya ku di pêşengtiya hêz û vîna jinan de pêk hat û hemû mirovahî ji çeteyên DAİŞ rizgarkir her dem bûye hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker lê weke hêzên YPJ’ê emê li hember van gef û êrîşan bêdeng neminin û ji îdda û biryardariya xwe ya parastin û mezinkirina şoreşê paş de gav neavêjin.

Di 30’yê Gulanê de dewleta Tirk a çete û dagirker li Qamişlo bi balafira bêmirov êrîşê seyareyekê kir di vê buyerê de Hevala me Mizgîn Botan û welatparêzê me yê hêja Kesra Melek şehîd bûn. Hevala me Dicle Cûdî û Hêvîdar Dirbesiyê birîndar bûn. Em ji malbata hevrê Mizgîn Botan û Kesra Melek re sersaxiyê dixwazin û em careke din ji hemû hevalên xwe yê şehîd re soz didin ku emê armancên ku wan di oxira wê de canê xwe feda kirin pêk bînin û em hevrêyên xwe Dicle Cûdî û Hêvîdar Dirbesiyê re şifa dixwazin.

Hevrê Mizgîn Botan bi nasnav Rahime Xezalî di pêvajoya şerê giran ê li Rojava de li ser bangawaziya seferberiyê tevlî refên YPJ’ê dibe. Hevrê Mizgîn Botan a bi eslê xwe ji bajarê Salmas a Rojhilatê Kurdistanê ye di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Bi vê hezkirina welat her dem bi lêgerîna welatê azad û jiyana azad mezin dibe. Dema ku şoreşa Rojava pêk tê hevrê Mizgîn kêfxweşî û kelecaneke mezin dijî û pêvajoya ku çeteyên DAİŞ bi dijwarî  êrîşê Rojava dike hevrê Mizgîn weke seferberî berê xwe dide Rojava yê welatê xwe û wisa cihê xwe di nava şoreşê de digre. Hevrê Mizgîn her dem di her çepera ku tê de berxwedan hebûye daxwaziya cihê xwe tê te girtinê diyar kiriye. Hevrê Mizgîn di nava şoreşa Rojava de bi biryardariya azadiyê û daneheva ku di şerê Rojava de derketiye pêş bi ramanên jin ê afirîner û bi idda xwe pêş dixe. Dibe parazvan û pêşengeke birdoziya rizgariya jin a ku xeta azadiyê xurt dike, dibe xwedî jiyaneke bi rihê hevrêtiya mezin û watedar.

Weke hêzên YPJ’ê em ji malbata Hevrê Mizgîn re sersaxiyê dixwazin em dibêjin tolgirtina şehîdan erkê me yê hevrêtiyê ye li ser vê bingehê wê tola hevrê Mizgîn û hemû şehîdan were girtin. Hevrê Mizgîn çawa ku ji bo parastin û mezin kirina şoreşa Rojava bi rihekê fedakar şer kir, berxweda weke hevrêyên wê emê jî, tu gefên li ser axa xwe, şoreşa xwe û hebûna xwe nepejirînin û emê li hember her cure gef û êrîşan li berxwe bidin, welatê xwe biparêzin. Di vê pêvajoya ku gef û êrîşên giran li ser ax û gelê me tê jiyan kirin de divê gelê me ji her demê zêdetir bi erka xwe ya welatperwerî rabin. Têkbirina dagirkerî û êrîşan bi şerê gelê şoreşgerî xwedî derketina şoreşa ve wê pêk were.

Nasnav: Mizgîn Botan

Nav û Paşnav: Rahime Xezali

Navê Dayîk:  Sureya

Navê Bav: İsmail

Cihê ji Dayîkbûnê: 1989-Selmas

Cih û Dîroka şehadete: Qamişlo-30.05.2022

 

 

Fermandariya Giştî a YPJ’ê

02.06.2022

 

 

 

 

Gotarên Têkildar

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button