Ji Gelê meyê Welat Parêz û Raya Giştî Re

122

Ji despêka şoreşa Rojava heya nîha ev 10 salin dewleta Tirk bi awayeki bê navber, bi rêka çete û hezên xwe yên çekdar êrişên qirkirinê li ser axa rojava dide meşandin. Li beranberi wan erişên hovane tu cari gelê me gav paşde navêt û her tim bi ruheki fedayi bi sekneki rumet xwedi li şoreşa xwe derket û heta roja mey îro ji bi serfirazi têkoşiya. Li beranberî vê rastiya gelê me yê berxwedêr, dewleta Tirk her roj bi awayeki çav sorane li ber çavê hemû hêzên garantor êrişên cur be cur li ser herimê bakur û rojhilatê surî pêş dixe. Dewleta Tirk a dagirker ya ku li ser xwîna gelê me jiyan dike, bi vî awayi dixwaze iradaa gelê kurd bişkîne û politikayên xwe ya qirkirinê bi dawi bike. Herî dawi dewleta faşist ya Tirk bi balefirên bê mirov  di diroka 09. 11 . 2021’an li taxa hilêliyê ya bajarê Qamişlo êrîşi erebeyekî medenî kir. Di encama vê êrîşêde 3 weletiyên meyê hêja û berxwedêr Yusuf Gulo, Mazlûm Gulo û Mihemed Gulo bi awayekî hovane û dervay ehlaqê mirovahiyê hatin şehit xistin. Di serî de em her 3 şehidên xwe yê bi rumet Yusuf Gulo, Mazlûm Gulo û Mihemed Gulo ku doza azadî û mirovahiyê li her qadên berxwedanê didan meşandin, bi minnetdarî  bi bîr tînin û em dibêjin emê keda wan tu cari ji bîr nekin. Xewn û xeyalên wan yê Kurdistana azad emê misoger bikin û ala şoreşê her tim bilind bikin. Ş.Yusuf Gulo hemu kêlîyê jîyana xwe da, bi fedekarî û cesaretek mezin di tekoşîna azadîyê de cîh gîrt û bî serfirazî jîyan kir. Berîya şehadeta xwe Ş. Yusuf Gulo wîha dîbeje “emê heta dawiyê berxwebidin”. Em ji soz didin, bi hêz û bawerîya me ji şehîdê xwe û gelê xwe yê berxwedêr girtîye emê tu cari nehêlin rihê berxwedanê lewaz bibe. Emê agirgeha şoreşê her tim geş bihêlin û tekoşina azadiya kurdistanê bi serkeftinê tacidar bikin. Dîsa ji bo malbeta me ya hêja û welatparêz ya ku bûye sembola ked û fedakariyê em sersaxiyê ji wan ra dixwazin û em dibejin xwîna şehîdên me yên qehreman wê li erdê nemîne. Malbeta me hêja ya Mala Gulo ji roja despêka tekoşîna me ya azadiyê heta niha bi awayeki cesaret, bê tereddüt barê şoreşê girtiye ser milê xwe û berdêlên giran buha ji bo tekoşîna azadiya kurdistanê dane. Ji bo azadiya gelê kurd bi zanabûnek welatparêzî hertim cihê xwe di nava şoreşê de girtine û divê oxirê de gelek keç û xortê xwe yê hêja şehîd dane. Ji bo daxwaz, hêvî û bendewariyê şehîd û gelê xwe em wek şervan û parizvanê vî gelî bi rihekî fedayî di her kêliya jiyanê da emê tekoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin. Em di vê bawerîyê de ne ku heta geleki bi vî rengî berxwedêr û qehraman hebe wê tu carî dewleta dagirker negihîjin armanca xwe wê teqez emê bi ser bikevin.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê 

11. Mijdar 2021