Ji Raya Giştî Re

Encamên şer û berxwdana roja 26emîn li rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê
Til Temir
Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi ser ve bi çekên giran û hejmarek zêde çete êrîş birin li ser gundê Mehmûdiyê. Hêzên me di çarçoveya parastine rewa de bersiva êrîşan dan û pevçûnên giran qewimîn. Herwiha li gundên Kenher, el-Hecac, Derbo û el-Sîbatiya hêzên me bersiva êrîşan dan û şerên giran qewimîn. Di encama şer de 57 çete hatin kuştin, 22 çete brîndar bûn, 4 seyareyên leşkerî, 3 panzer û motorek hatin rûxandin. Artêşa dagirker li ser şikestina êrîşên çeteyên xwe bi balafirên bê mirov û obusan herêm da topbaran kir.
Ebû Rasen
Artêşa dagirker bi hêzek mezin xwest êrîşî gundên Xedir Avî, Til Hirmil û herêma di navbera Xirbet Cimo û Ing el-Hewa bike û bi vê armancê konvoyek mezin şand van qadan. Hêzên me yekser bersiva van êrîşan danç û konvoya komên çete ji hev belav kirin, herwiha çete neçar man seyareyên xwe bihêlin û birevin.
Eyn Îsa
Artêşa dagiker bi sê tangan gundê Um el-Beramîl topbaran kir. Hêzên me weke bersiv li Şêrgirad û Marûda li hermber girseya komên çete çalakî pêk anîn û di encam de 4 çete hatin kuştin, seyareyek hate rûxandin. Artêşa dagirker li ser windahiyên xwe herêmê dan ber obus û tangan.
Di bersivdanên hêzên me de bi giştî 61 çete hatin kuştin, 22 çete brîndar bûn; 4 seyareyên leşkerî, 3 panzer û motorek hatin rûxandin.
Di vê berxwedanê de bi giştî 8 hevalên me şehîd ketin û 11 hevalên me jî brîndar bûn.
Navenda Ragihandina QSD
4ê Mijdara 2019