Daxuyanî

Ji Raya Giştî Re

 Encama şer û berxwedana roja 11emîn li rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê

 Ruxmê biryara agirbestê jî artêşa Tirk a dagirker û komên çete êrîşên xwe domandin.

Serêkaniyê

Artêşa dagirker a Tirk li gundewarên Serêkaniyê navber neda liv û tevgerên xwe û li hinek Herêman amadekariyên êrîşê kir. Li gundên el-Hebeş û Şikêriyê komên çete yên artêşa dagirker xwestin êrîş bibin li ser çeperên şervanên me. Komên çete bi çekên giran û seyareyên zirxî li hinek xetan êrîşî yekîneyên me kirin. Hêzên me di encama parastina rewa de bersiv dan van êrîşan û di encam de pevçûn qewimî. Di encama bersivdana hêzên me de êrîşa çeteyan hate şikandin. Artêşa dagirker piştî vê herêmê topbaran kir.

Herwiha, ruxmê biryara agirbestê jî, artêşa dagirker amadekariyên xwe yên êrîşkirina li ser xetên Til Xenzîr û Elok jî berdewam kir û li ser sînor hejmarek ji çeteyan kom kir.

Di encama êrîşên artêşa dagirker û komên çete û êrîşên hewayî yên bi drone, 16 rêhevalên me şehîd ketin û 3 rêhevalên me jî brîndar bûn.

Navenda Ragihandina QSD

20 Cotmeha 2019

Gotarên Têkildar

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button