Daxuyanî

Ji Raya Giştî Re

Encamên şer û berxwedana roja 12emîn li rojavayê Kurdistan û bakûrê Sûriyê

 Serêkaniyê

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe li ser herêmên agirbestê domandin. Di dîroka 20ê Cotmehê de komên çete yên artêşa dagirker bi piştgiriya balafirên keşfê û balafirên şer hewl dan li xetên gundê Menacir a başûrê Serêkaniyê û herwiha li gundewarên li rojhilatê Serêkaniyê êrîş bikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bi heman awayî bersiv dan van êrîşan û di encam de şerên demkurt qewimîn. Di van pevçûnan de 3 çete hatin kuştin, 2 seyareyên zirxî hatin îmhakirin û seyareyek hate derbkirin.

Herêma Firatê

Komên çete yên artêşa dagirker li bi piştgiriya balafirên şer, balafirên keşfê û çekên giran êrîş birin li ser gundên bakûrç Eyn Îsa û Çelebiyê. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan dan. Li gundên Webdê, Kafiya û Wasta pevêçûnên giran qewimîn. Di encama bersivdana hevalên me û pevçûnên ku qewimîn de hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û brîndarkirin.

Di van şer û pevçûnan de bi kêmanî 3 çete hatin kuştin, gelek hatin brîndar kirin û 3 panzer hatin rûxandin.

Herwiha 6 rêhevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 9 hevalên me yê ku berê pêwendiya me bi wan re qut bibû jî hat zelal kirin ku şehîd ketine. Her wiha 21 hevalên me jî brîndar bûn.

Navenda Ragihandina QSD

21 Cotmeha 2019

Gotarên Têkildar

Back to top button