Daxuyanî

JI RAYA GIŞTÎ RE

Encama şer û berxwedana roja 16emîn ya li rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê

 Balafirên bê mirov yên arrtêşa dagirker li seranserê xeta sînor û bi taybet li herêma Eyn Îsa û Dêrikê tevgera xwe domandin. Li gelek xalan artêşa dagirker bombebarana bi balafirên bê mirov domand.

Serêkaniyê

Artêşa dagirker û komên çete bi piştevaniya çekên giran, seyareyên zirxî û balafirên bê mirov li seranserê xeta Serêkaniyê êrîş birin li ser çeperên şervanên me yên li gundên Esediyê, Menacir, Gozeliyê, Erbeîn û Leylan. Di van gundan de heya seetên êvarê pevçûnên giran qewimîn. Artêşa dagirker li xeta gundê Menacir bi balafirên keşfê zêdetirî 15 caran bombebaran pêk anî. Hêzên me bi heman awayî bersiva êrîşan dan û hejmarek ji çeteyan kuştin, herwiha 2 seyareyên wan rûxandin. Di pevçûnan de bi giştî 13 çete hatin kuştin, gelek brîndar bûn.

Kobanî û Eyn îsa

Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşên artêşa dagirker a li ser gundê Evdikê dan. Dîsa li gundê Mişrefa û bejahiya wê artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran û seyareyên zirxî êrîş birin li ser çeperên hêzên me. Di encama bersivdana hêzên me de pevçûnên giran qewimîn û gelek çete hatin kuştin. Hêzên me bi hawan, çekên sekvanî û çekên giran bersiva êrîşan dan. Di encama şer de herî kêm 31 çete hatin kuştin, gelek brîndar bûn, 3 seyareyên zirxî hatin rûxandin û BMPyek hate derbkirin.

Di encama şer de bi giştî 44 çete hatin kuştin, hejmarek zêde brîndar bûn.

Herwiha 3 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin, 4 hevalên me brîndar bûn.

Navenda Ragihandina QSD

25 Cotmeha 2019

Gotarên Têkildar

Back to top button