Ji YPG-YPJ Neba Ye Wê DAIŞ Bibûya Bela Serê Hemû Cîhan ê

179

                                                  

Dayikên Tirbesipiyê, yên ku di 13’ê Cotmehê de tevî gelê Qamişlo, Holê, Tiltemir, Dêrîk û Hesekê bi konvuyeke xwestin biçin Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin topbaran kirin. Dayîkên birîndar hêrsa xwe li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wî wiha anî ziman.

Dayika bi navê Caziya Hisên diyar kir ku: “Heta em saxbin û damarê xwîna me hebe emê li pey şervan û doza xwe bin û tu kes nikare hêza me bin bixe û me ji welatê me derbixênin. Me  welatê tu kesî dagir nekiriye, em parastina walatê xwe dikin.”

Dayika Egid jî di derbarê erişên dewleta Tirk da wiha got: ” Em weke însanên sivîl ji bo aşîtî û aramiyê çûbûn Serêkaniyê, ne ji bo  şer û pevçûnê. Em nizanin dewleta Tirk û Erdoxan ji me çi dixwaze? Ev êrîşên heyî li cihek dinbaya wê hemû dinya bertek nîşan bida, lê çima îro kesek ji bo gelê Kurd, li hemberî vê dagirkeriyê deng nake.  Ji YPG/YPJ neba ye wê DAIŞ bibûya bela serê hemû cihan ê.”

Navenda Ragihandina YPJ

15.10.2019