Kêliyên Berxwedêrên Serê Kaniyê

156

 

Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wî êrîşên xwe li ser Serê kaniyê berdewam dikin. Şervanên YPJ’ê û QSD’ê li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, bi berxwedaniyeke dîrokî bersîva êrîşan didin. Şervanê bi navê Amed Serêkaniyê, biryardariya xwe bi van hevokan vedibêje; “Ez zarokê vê bajarî me. Em ji vir dernakevin heya ku dagirkeriya Tirk bi dawî bibe. Em heya jiyaneke bi serkeftî bijîn, an jî mirineke bi rûmet bimirin, lê em dev ji taxên xwe bernadin. Ne tenê dagirkeriya Erdogan, ger hemû Awrûpa bi ser me de werê em dev ji xaka xwe bernadin.”

Navenda Ragihandina YPJ