Li Hemberî Dagirkerî û Êrişên Hovane Berxwedana Rûmetê Didome

LEZGİN:
Li Serê Kaniyê ji şevê din û vir de êrişa artêşa dewleta dagirker a Tirk bê navber berdewam dike. Hem êrişên bejahî hem jî êrişên hawayî heta van kêliyan didomin. Dewleta dagirker a Tirk di van êrişan de ji bombebarana hawayi, çekên giran, hawan û obûsan bikartîne. Şervanên YPG/YPJ û QSD li hemberî hemû hovîtiya artêşa Erdoxan, bi çekên xwe yên ferdî û bîr û baweriya xwe bersiv didin û berxwedaneke dirokî dinivîsin.
Di şerê duh şev de di encama berxwedaniya şervanan de gelek kuştî û birîndarê dijmin çêbûn e.
Berxwedana şervanên YPG/YPJ û QSD nahêle dijmin xwe bigîhijîne Navenda bajêr. Şer niha taxên destpêkê yên bajêr de berdewame û derbên giran li dijmin hatiye xistin.
Li gundê Alya giredayi Til Temir şer disa qewimî. Gundê Menacir girêdayî Serê Kaniyê jî şer û pevçûn berdewam e. Artêşa Tirk bi koordineya teyyareyên keşfê û bi balafirên şer her du gundan bombebaran dike. Di kêliyên demê pêş de agahîyên hin berfirehtir wê were parve kirin.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
Serê Kaniyê – 17.10.2019