Li Serêkaniyê Ji Şevîdin de Şer Û Pevçûn Berdewam in

219

Dewleta dagirker ji seatên êvarê û heta niha car din êrîşên xwe li ser Serêkaniyê dijwar kirin. Ev êrîş li aliyê Tilxelif û Sinayê de dijwar bûn. Heya vê siharê şer û pevçûn berdewam dikin. Lê heta niha hewldanên dewlata tirk û çeteyên wî yên ketina Serêkaniyê ji aliyê şervanan ve hatine şikandin. Şervan li hemberî vê dagirkeriyê di roja siyemîn de berxwedaniyek bêhempa raber kirin.

Navenda Ragihandina YPJ’ê