Nûçe
Li Serêkaniyê Li Hemberî Dagirkeriya Tirk Bersîva Berxwedêran

Li Serê kaniya di 5 seatên dawî de, bi caran hewldana dewleta dagirker yaTirk a êrîşê çêbû. Lê ev êrîş her carê rastî berxwedaniya şervanan hat. Li Sîna Medenî ya dikeve navbera Serêkaniyê û Dirbesiyê de şerên giran çêbûn. Gelek kuştî û birîndarên çeteyên Dewleta Tirk hene. Hemû hewldanên pêşde hatina çeteyan heya niha hatine şikandin. Li aliyê Tilhelef pevçûn hîna berdewam dike. Li mezrea Micê hewldana wan hatiye şikandin û li gor tê gotin panzêrek û erebeyeke doçkayê ya çeteyan hatiye ruxandin. Her wiha ji siharê ve çend caran balfêrên şer bajar bombaran kirin. Bi çekên giran bombebaran berdewam dike. Şerên pir dijwar diqewimin lê berxwedaniyeke mezin ya şervanan heye.
Naveda Ragihandina #YPJ