Nûçe

Li Serêkaniyê Şer Û Pevçûnên Dijwar Hene

Lezgîn: 

Li cebha şerqî xeta sînsayê, li cehba xerbî milê Tilxelef, xeta mehetê, Mîtan û taxên din şer û pevçûn bi dijwarî berdewam dike. Li gor agahiyên hatine girtin gelek kuştî û birîndarên artêşa Tirk û çeteyên wî hene. Her wiha di van kêliyan de balafirên şer li ser hacizê Serêkaniyê dixe. Hîna jî balafirên şer bê navber digerin. Erebeyeke doçqa dema hewl dida pêşde were şervanan lêxistiye.

Li hemberî van êrîşên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wî şervanên YPJ-YPG û QSD’ê bi biryardariyekî mezin berxwedaniyeke bêhempa didin meşandin.

 

Navenda Ragihandina YPJ

14.10.2019- Serêkaniyê  

Gotarên Têkildar

Back to top button