Nûçe

Newroz Ehmed: Şoreşa 19’ê Tîrmehê Şoreşeke Cîhanî Ye

Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Newroz Ehmed got, “Şoreşa 19’ê Tîrmehê di demên ku pergala desthildar qeyrana cîhanî jiyan dikir de pêk hat, wê helbette ev şoreş bandora xwe li tevahî cîhanê bikiriya.”
Bi boneya salvegera 10’emîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Newroz Ehmed ji malpera me re axivî. Newroz Ehmed di encama şoreşa 19’ê Tîrmehê de destkeftî, gûhertin û vegûhertinên di warê feraset de çêbûn û bandorek çawa li tevahî cîhanê kir de wiha got, “Bi şerê ku me li hemberî DAIŞ’ê da meşandin, em bûn hêzekî cîhanî. Di şexsê heval Lêgerîn û Avaşînan de gelek kesan berê xwe dan nava şoreşê û vê jî hişt ku şoreşa 19’ê Tîrmehê sînoran derbas bike.”

Newroz Ehmed balkişand li ser şert û mercên ku şoreşa 19’ê Tîrmehê xwe di nav de afirand û wiha got: “Pergalên desthiladar ne tenê li Sûrî li hemû cîhanê pêvajoyekî xitimandinê jiyan dikirin. Pergalê bi darê zorê civak didan meşandin,mafê mirovan binpêdikirin û hemû qeyranên ku jiyan dikir di nava civakê de teqandinek pêk anî. Pêvajoya şoreşê a ku weke Bihara Ereban û Bihara Gelan hate bi nav kirin, raperîna gelan bû. Civakê êdî hew dikarî tehemmûlê pergala heyî bike. Di salên 2010-2011’an de pêvajoyek bi vî rengî destpê kir û pêl bi pêl mezin bû. Ev pergalên heyî di hemû waran de rastî neqebûl kirina gelan hatin. Ev pêvajo carekî de destpê nekir. Weke mînak Rejîma BAAS nêzî 40 salan bi siyaseta ku da meşandin ve hebûna civakê înkar kir, tûnne hesiband û ev hemû di gel de li hemberî rejîmê refleksek derxiste holê. Bi taybet weke gelê Kurd jî legerîna azadiyê gelekî xûrt bû. Rewşa heyî qeyraneke cîhanî derxiste hole, ne tenê di welatên Ereban de mirov nikare rewşa hate jiyîn di asta cîhanî de bigre dest. Pergala hegemonîk di asta cîhanê de êdî nehate qebûl kirin. Qeyranên siyasî, aborî, civakî hîn kûrttir xwe dane pêş. Di rewşek wisa de lêgerîna çareseriyê û qirîna civakan li hemberî pergalê derkete pêş. Welatên weke Tunis, Libya û Misirê mirovan agir berdan canê xwe, ev sînorên dawî yên tehemmûla civakan nîşan dida. Ji ber ku ferdê di nava civakê di vê ferqê dabûn ku pergalên heyî xwe li ser tinnebûyîna civakan ava dikin. Me di destpêkê de vê pêvajoyê weke şerê cîhanê yê sêyemîn nirxand. Ev pêvajo bi mûdahaleya li ser Iraq û Efganîstanê destpêkir û heta roja me ya îro jî berdewam dike. Ev mûdaxalêyên hatina kirin jî ne li ser esasê çareseriyê bûn, hin zêdetir ji bo sekînandina bertekên civake hatin pêkanîn. Dibe ku bi çend kesan ev serhildan destpêkirin, desthildaran digotin kê van serhildanan bi rêxistin dike. Ne tene kesek civak bi temamî xwedî van refleksan bûn. Serhildanên heyî bi çend kesan destpêkir û di demeke pir kûrt de gihîşte mîlyonan.”

JINA KURD BI FEDAKARIYEKE MEZIN TEVLÎ ŞOREŞÊ BÛ

Ya ku herî zêde li hemberî pergala înkar û îmhayê sekînî û bu xwedî helwest jî jin bû. Pergalê kiryarên xwe yên şovenîst û qirker bi taybet jî di şexsê jinê de pêkanî. Civak êdî di şexsê jinê de hatibû qetil kirin. Dibe ku di civakê de asteke zanistê a pir bilind nîn nû lê êdî civakê dizanibû bi pergala heyî re jiyan nabe. Ne tenê di şoreşa 19’ê Tîrmehê de di gelek welatên Ereban de jî jin rabûn ser xwe û cihê xwe di nava serhildanan de girtin. Bi taybet li Misirê jinan cihê xwe di nava şoreşê de girtin. Hezên desthildar xwestin bi siyaseta marjînal kirinê vê helwesta jinan bêbandor bikin. Lê Bakûr-Rojhilatê Sûrî jinên Kurd li hemberî desthildariya heyî xwedî mîraseke xûrtbûn. Ji Beseyan, Berîtanan, Zîlanan bingeheke xûrt a berxwedaniyê ya ku zû bi zû serî natewîne hebû. Ji ber wê jî jinan di pêvajoya şoreşê de roleke xwe ye girîng leyîstin. Ji ziman heta çand tu tişteke civakê nedihate qebûl kirin. Ev rastiya heyî bi tekoşîna jinan re dema bu yek ji serhildan û raperînan re rê vekir. Rûxmî ku pêşerojeke pir diyar jî nîn bû lê civakan xwe bi çirûskekî ve girtin û heta roja îro hatin. Jina Kurd bi fedakariyeke mezin rûxmî hemû zor û zehmetiyan tevlî nava şoreşê bû. Jina ku hebûna wê tenê di malê de dihate qebûl kirin, îradeyeke xûrt da diyar kirin. Derfetê azadiyê û mîraseke azadiya ya ku em pişta xwe bidinê hebû, ev jî ji me re bu hêvî da ku em bikaribin xwe li ser vê hîme rêxistin bikin.

YPJ BÛ SEMBOLA TEKOŞÎNA AZADIYÊ

Raste civak rabû ser xwe lê li hemberî vê êrîşeke pir dijwar re jî rû bi rû ma. Pergala heyî wê wisa bi hêsanî gûhertinên ku bihatana kirin qebûl nekira. Ji bo vê yekê pêwîste parastin jî bihata kirin. Bi vê armancê me Yekîneyên Xwe Parastinê ava kir, di nava van yekîneyan de jinan jî cihê xwe girtin. Gelek jinan dev ji malbatên xwe berdan û tevlî şoreşê bûn, Yadê Gûlê ji bo vê yekê mînakek bû. Jinan ji bo şoreşê pêşengtî kirin, civak jî li hemberî vê yekê astengiyeke mezin dernexist. Di destpêkê de tecrûbeyeke pir xûrt nîn bû lê jinên ciwan bê tereddût cihê xwe di nava yekîneyan de girtin. Di pêvajoyên destpêkê li hemberî komên çete şerê ku me da meşandin, ji bo me tecrûbeyek pir mezin afirand û pêwîstiya parastinê hîn zêdetir derxiste pêş. Ji bo parastina civakê di warê leşkerî de pêwîstiya xwe rêxistin kirinê derxiste holê. Li Kobanê û Şengalê şerê ku hate meşandin, tekoşîn û berxwedaniya heyî di asta cîhanî de danasandin. Hemû cîhanê xwe li derdora vê kom kir. Bi şerê ku me li hemberî DAIŞ’ê dameşandin, em bûn hêzekî cîhanî. Di şexsê heval Lêgerîn û Avaşînan de gelek kesan berê xwe dan nava şoreşê û vê jî hîştî şoreşa 19’ê Tîrmehê sînoran derbas bike. Ji ber rewşa ku dihate jiyîn qeyraneke cîhanî bû, wê helbette çareseriya wê jî cîhanê bandor bikiriya. Bi vî avayî şoreşa me bû şoreşeke cîhanî. Ev jî bû sedem ku li gelek dewerên cîhanê jin berê xwe bidin nava rêfên YPJ’ê. YPJ bi vî awayî bû sembola tekoşîna azadî û hewheviyê.

 

EMÊ LI HEMBERÎ HER CÛRE ÊRÎŞAN ŞOREŞA XWE BIPARÊZIN

Em weke jin li kîjan deverê cîhanê dibin bila bibin, bi taybet li ser jinan kiryarên pergala zilam li hemû deveran bi heman şêwaziyê. Ji bo vê jî zanist û xwe rêxistin kirineke jinan a xûrt tê xwestin. Li gelek welatên din şoreş pêkhatin lê mayînde nebûn û nikaribûn berdewam bikirina. Jinan di gelek şoreşên cîhanê de cihê xwe girtin lê tekoşîna wan di gava dûyemîn de ma û weke pirsgirêkeke piştra were çareser kirin hate dîtin. Nîve civakê jinê, ger ku mirov vê nîvê civakê nebîne wê pirsgirêk çawa were çareser kirin, pirsgirêka esasî di vir daye. Tekoşîna jinan her demî berdewam kiriye lê em cardin pêdîviya hîn xûrt kirina tekoşîna jinan dibînin. Tekoşîna ku me da meşand di vî warî de gaveke mezin bû. Bi taybet qada leşkerî qadeke pir zehmete lê me di qada leşkeri de destpê kir û niha jin di hemû qadên rêveberiya xweser de xwe cîhê digrin. Beşdarbûyîna nava refên tekoşînê di encama berdêlên pir giran de çêbû. Pêşengên me yên weke Jînda, Ruksen, Warşîn, Özgûr û Zozan bûn sembola berxwedan û şoreşê. Herî dawî di Berxwedana Rûmetê de Hevrîn Xelef û Yadê Eqîdê jî bûn sembola berxwedaniya jinan. Şoreşa 19’ê Tîrmehê da diyar kirin, ger ku mirov bixwaze tekoşîn bike sînor tûnne dibin. Dervayî qada leşkerî jî di qada sîyasî de jî jin têne hedef girtin. Di van 10 salên şoreşê de jinan berdêlên pir giranbiha dan lê li kêleka van berdêlan em li gelek dewerên cîhanê jî ji jinan re bûn heviya serkeftinê. Em rojane dibin hedef, civakên ku xwe li derdora fikrê azad kom kirinê ji desthildaran re dibin hedef. Lê rûxmî van êrîşan jî me tecrûbeyek pir mezin qezenç kiriye. Îro ji şervanên ku parastina welatê xwe kirine re, cezaya heta hetayî tê birîn. Pergalên desthildar wê bixwazin xwe didomînin lê li hemberî vê berpirsiyartiyeke mezin a ciwanan jî heye. Emê li hemberî metîrsiyên ku li ser şoreşê hene, xwe bi hêz bikin, hebûn û hişmendiya xwe biparêzin. Em li gelek cîhên cîhanê dibînin, mînak li Efganîstanê jî hate dîtin; kesek ji derva de nayê parastina te nake pêwîste tu bi xwe parastina xwe bikî. Gelê me di van salên şorêşê de berdêlên gelek giranbûha dan, lê ji bo şoreş bigihêje armanca xwe bi taybet jî weke jin pêwîste em xwedî li şoreşê derbikevin. Emê tecrûbeyên xwe yên heyî bi jinên cîhanê re parve bikin ji ber ku êşên me ji hevdû pir cûda nînin, encax em dikarin birînên xwe weke jin bi xwe derman bikin. Weke hêzên parastinê emê şoreşa xwe biparêzin. Dijmin bi avayekî hovene li ser me de tê lê em di her alî de amadene. Em bi hêvînê ku emê bi gelê xwe re li ser axa xwe bi avayeke azad jiyan bikin.

Gotarên Têkildar

Back to top button