Yekîneyên Parastina Jinê

Akademiya Şehîd Necbîr Dewreyeke Din A Perwerdê Bi Dawî Kir

14

Akademiya şehîd Necbîr a şervanên nû dewreya bi navê şehîd Berfîn a ku ji pêkhateyên  Ereb pêk dihat bi dawî kir.

Li Kantona Hesekê herêma Şedadê bi dehan şervanên Ereb ên ku ji herêmên cuda yên Sûrî tevlêbûne piştî bi dawîkirina perwerdê tevlê nava refên YPJ’ê bûn. Ev dewreya perwerdehiyê ya ku 40 rojî dewam kir, bi dersên îeolojîk, leşkerî, siyasî û çandî dagirtî derbas bû.

Merasîma girtina dewrê bi deqeyeke rêzdariyê destpêkir. Piştî wê fermandara YPJ Leyla Waşokanî girtina dewrî li şervanan pîroz kir û wiha got; “Em bi dawîkirina vê dewreya perwerdeyê li hemû jinan û li gelê xwe pîroz dikin. Di nava vê pêvajoya awarte de bi dawî kirina perwerdê serkeftinek mezine û em bawerin ku her şervanek li cihê biçê de wê bi erk û berpirsyariyên demê rabe”.

Her wiha fermandar Waşokanî bi van gotinan bal kişande ser gevên dagirkeriya Tirk; “Em wek yekîneyên parastina jin YPJ herdem amade ne ku gelê xwe biparêzin û emê destûr nedin ku dijminê me bi rihetî bikeve xaka me û em ji hemû gelan û jinan re soz didin ku emê heya dawiya xwîna xwe wan biparêzin. Em wekî jin û gelê Rojhilata Navîn li ser çanda berxwedaniyê mezin bûn û emê vê çanda xwe heya serkeftinê bidomînin”.

Piştî şervanan soz dan ku ewê welatê xwe û xaka xwe heya serkeftinek mayînde biparêzin, merasîma leşkerî bi dirûşmeya; “Bê Seroka Jiyan Nabe, Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Şervanên ku dewreya xwe ya perwerdehiyê bi dawî kirin anîn ziman ku ewê bi rengek herî aktîf tevlê nava refên YPJ bibin û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anîn; “Em ji fikr û ramanên Rêber Ocelan pir bandor bûn. Her wiha ruhê berxwedêr yê jinê di nava refên tekoşînê de pir bala me kişand. Ji ber wê jî em soz didin ku emê li ser şopa heqîqetê herdemî di berxwedan û serkeftinê de israr bikin”.

Piştî wê fesazbûna her şervanekê çêbû. Her yek ji wan bi hêviya siberojên azad berê xwe dan eniyên şer û berxwedanê yên cur be cur.

Navenda Ragihandina YPJ’ê