Yekîneyên Parastina Jinê

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re

4

Bîlançoya sala 2018’an a YPJ

Şerê cîhanê yê sêyemîn, li ser vê xaka qedîm ya Mezopotamya weke salên derbas bûyî, di sala 2018’an de jî bi hemû dijwariya xwe berdewam kir. Hêzên kûrevî yên ku serweriya xwe li ser tevahî cîhanê dane avakirin, bi kûrkirina şer, qirîz û aloziyê hewl didin ku temenê pergala xwe dirêj bikin. Hêzên serdest û statûkoparêz bi vê jî sînordar namînin, hewl didin qirîz û aloziya heyî bi gelan bidin daqurtandin. Li hemberî rastiya şerê desthilatdariyê gelên bi rêxistinkirî li ser bingehê parastina hebûna xwe têdikoşin.

 

Bêguman ev çend sale welatê Sûriyê bûye navenda vî şerî û aloziyan. Bi milyonan mirov ji warên xwe koç bûn. Bi dehan qampên penaberan hatin avakirin û bi hezaran mirov di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan bajar hatin xirakirin; gund, navçe û bajarok hatin valakirin. Sala 2018’an jî, ji bo tevahî  gelên Sûriyê û gelê Kurd, bû saleke tijî têkoşîn û berxwedanê. Gelê me û tevahî hêzên me, li seranserî xaka Bakûrê Sûriyê, li ser bingeha hişmendiya parastina welat û hebûna xwe têkoşîneke bê hempa dan meşandin.

 

Me weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)’ê di vê salê de bi her awayî erka parastina tevahî jinan û gelê xwe girte ser milê xwe. Hêzên me, di Berxwedana Serdemê de bi berxwedaneke heybet, bi vîneke ji polayê, bi cesaret û baweriyek mezin bersiva êrîşên dagirkeriya dewleta Tirkiyê dan. Ev sekna bi biryar û berxwedêr ya şervanên me, ji bo me bû fermana vê salê. Di kesayeta Avesta, Barîn, Rosyar, Îlan, Polat û Karkeran de Berxwedana Serdemê, di rûpela dîroka gelên berxwedêr de bû fînala sala 2018’an.

 

Li gel berxwedana bi rûmet, Berxwedana Serdemê ku heya roja îro jî bi çalakiyên cihêreng didome, me di vê salê de Pêngava Bagera Cizîrê jî destpêkir. Li ser bingehê bangawaziya gelê herêmê yê ku di bin zilm û zordariya DAIŞ’ê de dijî, me cardî destpê kir. Bangawaziya gelê me ji bo me wek fermanekê bû û vaye tevî êrîşên dijwar pêngav pêşde diçe.

 

Sala 2018’an ji bo me wek hêzên YPJ her çendî saleke şer a dijwar bû lê me gelek gavên girîng jî avêtin. Tevî ku bê rawestîn şerê me li dijî hêzên çete û dagirker dewam dikir, me bi dehan akademiyên perwrdehiyê yên bîrdozî û leşkerî bi dawî kir. Her şervanek bi zanistiya erka xwe ya parastinê berê xwe da qadên têkoşînê. Li gel vê bi dehan dewreyên şervanên nû ku ji pêkhateyên Tirkmen, Kurd, Ereb û enternasyonel pêk dihat, vebûn. Ango em dikarin bêjin ku beşdarbûna nava refên YPJ’ê zêde bû.

 

Yek ji gava herî girîng a vê salê jî avakirina alay û tabûrên xweser bûn. Ev gav, berhema ked û ezmûnên bi salan bû. Di warê artêşbûna YPJ’ê de gavek xurtbû û vaye îro di piraniya qadên me yên berxwedanê de yekîne, tabûr û alayên me yên xweser hene. Tevî xebatên giştî YPJ li her qadê xwe bi rengek xweser bi rêxistin kiriye.

 

Bi vê rêxistinbûna xwe me saleke din a bi têkoşîn û berxwedanê dagirtî li pey xwe hişt. Bi vê rêxistinbûna xwe me gelek plansazî û hesabên hêzên dagirker pûç kir.

 

Li ser vê bingehê bilançoya me ya sala 2018’an bi vî rengî ye:

 

1- YPJ’ê di Berxwedana Serdemê ya 2 mehan de û di qonaxa duyemîn ya ku hêjî li Efrînê didome, rola pêşengiyê da ser milê xwe. YPJ di hemû çalakiyan de bi cesaretek mezin cihê xwe girt. Li ser vê bingehê;

 

– Di şerê 58 rojan ajotî de 900 çalakî li dijî dagirkeran hatiye li dar xistin.

– 1098 êrîşên hewayî ji aliyê hêzên dagirker ve pêk hatin.

– Di şer de 2422 leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

– Di qonaxa duyemîn ya pêngava berxwedana serdemê de jî 147 çalakiyên cihêreng pêk hatin.

– Di encama van çalakiyan de 350 çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. Şervanên YPJ’ê di vê pêngavê de bi awayekî çalak cihê xwe girtin.

 

2- Pêngava Bagera Cizîrê, di pêşengiya şervanên QSD û YPJ’ê de destpê kir. Bi dehan gund, navçe û bajarok hatin rizgarkirin. Navçeyên weke Xeranîç, bajaroka El Behra, gundê Baxoz, gundê Deşîşa, zeviyên petrolê yên El Ezraq, El Malêh û bi dehan qadên herêma Dêrezorê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Her wiha şervanan di pêngavê de, bi hezaran xelkê sivîl ji çeteyan rizgar kirin. Li ser vê bingehê;

– Di pêngavê de 4214 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

 

– 135 caran bi çekên giran baregehên çeteyan hatine hedef girtin. YPJ di hemû şerên qewimîne û qadên hatine rizgarkirin de cihê xwe bi awayekî herî xurt girt.

 

Bi giştî di herdû pêngavan de, ango di pêngava Berxwedana Serdemê û di Pêngava Bagera Cizîrê de 6986 çeteyên DAIŞ’ê û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

 

3- YPJ’ê li gel tevlîbûna nava şer û operasyonan, di warê perwerdeyê de jî gavên gelek mezin avêt. Di vê salê de yek ji xebatên herî girîng û berfireh hate meşandin, xebatên perwerdeyê bûn. YPJ’ê di hemû akedemiyên perwerdehî yên birdozî, leşkerî û branşan de bi awayekî çalak cihê xwe girt. Li gel akademiyên giştî, di zemînên xweser de gelek dewre hatin vekirin û bi dehan şervan di perwerdeyên birdozî û leşkerî re derbas bûn. Li ser vê bingehê bi sedan şervanên YPJ’ê di perwerdeyên bîrdozî, leşkerî û perwerdeyên branşan yên pisporiyê re derbasbûn.

Li gor vê;

  •   Di akedemiyên birdozî, leşkerî û biranja de bi giştî 635 şervanan perwerde dîtine û bi mersîmên mezûniyetê belav bûne.

4- Cardin xebatên tevlîbûna nava refên YPJ’ê bi awayekî berfireh hatiye meşandin û bi rêxistinkirin. Ji seranserî Bakûrê Sûriyê şervanan berê xwe dan nava refên YPJ’ê. Di vê salê de bi sedan şervanên ji pêkhateya Ereb, Kurd, Tirkmen û enternasyonelîst tevlî nava refên YPJ’ê bûn. Perwerdeya şervanan di binya akademiya şehîd Sadiq û akademiya şehîd Nejbîr de bi dehan dewre vekirin û belav kirin. Li gor vê;

– Akademiya şehîd Nejbîr 8 dewreyên xweser ên şervanên nû ku ji 40 şervanê pêk dihat bi giştî 320 şervan perwerde kiriye.

– Di akademiya şehîd Sadiq de 3 dewreyên xweser ên şervanên nû hatin vekirin 66 şervan mezûn bûne.

– Di 13 dewreyên giştî yên akedemiya şehîd Sadiq de 178 şervanên YPJ’ê mezûn bûne.

– Akademiya şehîd Rojda Minbic ya şervanên Ereb ku li herêma Firatê ye, 5 dewreyên xweser vekirin, bi giştî 150 şervan mezûn bûne.

5- Dîsa yek ji gavên herî girîng yê ku YPJ’ê avêt, avakirina alayên xweser bû. Di vê salê de YPJ’ê li gel xebatên giştî, xwe di warê xweser de jî bi rêxistin kir. Li gor vê;

– 2 Alayên xweser, li ser navê şehîd Viyan Kobanê û şehîd Zîlan Cûdî hatin avakirin.

– Tabûra xweser ya bi navê Tabûra şehîd Hebûn Ereb li Tebqayê hat avakirin.

– Tabûra xweser ya bi navê şehîd Amargî Tolhildan li Reqayê hat vekirin.

 

6- Di vê salê de, bi dehan şervanên YPJ’ê bi awayekî aktîf cihê xwe di eniyên herî pêş yên şerê germ de girtin. Di van şeran de û her wiha li her qada ku şervanên YPJ’ê bi erka xwe ya parastinê radibûn 149 şervanên YPJ’ê gihîştin şehadetê.

Hêzên me yên Yekîneya Parastina Jin xwe li ser van mîrateyên giranbûha bi rêxistin dike, di warê leşkerî û birdozî de xwe amade dike. Li gel hemû zehmetiyan me bi biryardariyeke mezin sala 2018’an kire sala têkoşîn û berxwedana bi rûmet. YPJ, bi şervan û fermandariya xwe ve, bi erka xwe ya parastina şoreşa Bakurê Sûriyê û parastina tevahî jinan rabû. Di serî de Efrîn, emê li her qadê heya mizgîniya serkeftinê şer bikin û li berxwe bidin; gelê xwe û axa xwe ji gef û êrîşên dagirkeran biparêzin.

Li ser vê bingehê çawa ku têkoşîna 7 salan bi xwe re serkeftinên mezin û berxwedanek bê hempa afirand, emê di sala 2019’an de vê têkoşînê bi zaferê mayînde bikin. Emê wek hêzên YPJ wek berê şer nekin. Him şerê me, him jî jiyana me wê ne wek berê be. Emê bi şêwaz û taktîkên nû ve bi ser hêzên dagirker ve biçin û em careke din sonda xwe ji şehîdan re, ji gelê xwe re nû dikin ku emê heya kêliya dawiyê, heya avakirina siberojên azad û bi aram dirûşmeya “Berxwedan Jiyane” ji bo xwe esas bigrin. Li ser vê bingehê em sala nû ya gelê xwe, ya hemû jinan bi baweriya serkeftinê pîroz dikin.

Fermandariya Giştî ya YPJ

4 Çile 2019